Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pomeo”: Rayedarên Îranê ji xirabtirîn terorîstên cîhanê ne

11:34 - 14 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Amerîka digel vê ku zextê dixe ser rejîma Îranê, di heman demê de jî hewl dide ku welatên kendawê li hev nêzîk bike.

“Mike Pomeo” Wezîrê karê Derve yê Amerîkayê roja Yekşemiyê ragehand ku dema me kêşeyeke kûr hebe, wê demê hebûna nakokiyan di navbera welatên herêmê de di berjewendiya me de nîne.

Navbirî zêde kir ku kêşe û nakokî qet îznê nadin we, ku we helwesteke bihêz di hemberî dijminan de hebe.

Amerîka ku hevalbendê serekî ê şeş welatên Kendawê ye, kêşe û nakokiya di navbera Qeterê û endamên şêvra Hevkariyê wekî gefekê dibîne li ser riya hewlên Amerîkayê, bo yekîtiya hevpeymanên xwe, ku bi armanca bertengkirina nifûz û desthebûna Îranê di herêmê de pêk hatiye.

Herwisa navbirî di gotûbêja digel televîzyona “CBS” derheq destbiserkirina hevwelatiyekî Amerîkayî de ragehand ku rayedarên rejîma Îranê ji terorîstên herî xirab ên cîhanê ne.

Jiber ku ew kêmtirîn rêz û hurmetê ji bo mafê mirovan nadanên, û dewleta niha ya Amerîkayê jî, bi vê sedemê, rêkarên tund li dijî vê rejîmê girtine pêş.  

Wezareta Karê derve ya Amerîkayê hefetya borî piştrast kir ku “Maykil Wayt” hevwelatiyê 46 salî, ku pêştir di Hêza Deryayî ya Amerîkayê de xizmet kiriye, di Îranê de hatiye destbiserkirin, lê bas ji hûrdekariyan nekir.