Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Mike Pompeo”: Amerîka dixwaze dengê xelkê Îranê bibihîze

16:57 - 13 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê ragehand ku ew daxwaza demokrasiyê bo Îranê dikin, û dixwazin dengê xelkê Îranê bibihîzin.

“Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê ji riya El-erebiye ve peyamek ji bo xelkê Îranê şand û li ser piştevaniya Amerîkayê ji xelkê vî welatî bona cihgirkirina demokrasiyeke rastîn di Îranê de, ku di herêmê de şer û fitnê ê neke, pêdagirî kir, û got: “Xelkê Îranê dibe bizane ku em piûtgiriya wan dikin. Amerîka jî li vir e, ewlehiya Rojhilata Navîn têkşikandina DAÎŞ`ê û berbirûbûna digel rejîmê dosiyeyên girîng in. Îran wekî piûtevniya terorîzmê, mezintirîn metirsî ye. Trump berbirûbûna digel rejîma Îranê xistiye nav kerên xwe ên herî pêş”.   

“Emê digel hevalbendên xwe di Rojhilata Navîn de vê yekê cîbi cî bikin.  Ew yek meimuriyeteke cîhanî ye.. ez hatime Rojhialata Navîn da ku bo hevaêlbendên xwe pêdairî bikim, ku me amadeyiya xwe kiriye bona berbirûbûna digel rejîma Îranê”.

Amerîkayaê heya niha ranegehandiye ku ew dixwazin reîma Îranê biguherin lê berdewam bas ji vê dikin ku ew dixwazin reftarên vê rejîmê di herêmê de biguherin.