Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîtarîzekirina bajarên Kurdistanê dom heye

18:56 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îranê ji tirsa çalakiyên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” dest bi milîtarîzekirina bajarên Kurdistanê kirine.

Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îranê hêzeke zêde ya Spaha Pasdaran a terorîst, ji bajarê Bokanê bi hemû alavên leşkerî ber bi gundên derdora vî bajarî  ve şandiye.

Li gorî zanyariyan sedema vê hereketa rejîmê, ji ber hebûna  “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di deverê de ye.

Herwisa di heyama çend rojên derbazbûyî de, li gorî gotina  xwediyên çendîn kombaniyan, hêzên Spaha Pasdaran di gundên girêdayî bajarê Bokanê de, îznê ji xwediyên kombaniynan re nedan, da ku heta derengiya şevê mijûlî dirûna genim bin.

Herwisa di heyama rojên derbazbûyî de, Spaha Pasdaran ji tirsa hebûna hêza pêşmerge, piraniya bajarên Kurdistanê milîtarîze kiriye, û hêzeke zêde a Spaha Pasdaran, di bajar û deverên sînorî yên Kurdistanê de cihgîr kiriye.