Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Bi tu awayî mebesta min ew nebûye ku bêjim Dr. Qasimlo kesekî tekrew bûye ”

15:28 - 23 Gulan 2015

Kurdistan Media: Kovara “Sivîl” got û bêjek bi Mistefa Hicrî, Sekreterê giştî yê PDK Îranê re li dor pirtûka “ Nisko û Dabran” ji nivîsa kak Mistefa bi xwe û herweha lihevhatina Îran û koma 5+1 re pêk aniye.

Beşa (duyem û dawîn) ya vê hevpeyvînê bi vî awayî ye:

Sivîl: Di xwendina pirtûka “Nisko û dabiran” de, wisa dixûye ku ew pirtûk gellek bi parêz ve hatiye nivîsandin, di çendîn ciyan de tu bas ji bûyerên cuda cuda dikî, û amaje bi bikeran nakî, û dinivîsî ku navên wan li cem min parastî ne, tu ji bo dîrokê dinivîsî, çima ew parêz?

Bersiv: Jiber ku digel wan hevalên ku cuda bûne, em di nav gotûbêjan de ne, û em dixwazin ku bi awayekî baş yek bigrin, lewra min nexwast ku ew nivîs bi awayekî be, ku bibe asteng di hemberî wan gotûbêjan de. Herçend ku ew niha bi vê nivîsînê jî gellek nerehet in. Min xwastiye ku ew rewşa ku me gellek hewl daye ku aram be, cardin têk neçe, û ew pêwendiya ku me bi wan re hebûye berdewam be, da ku em bikarin gotûbêjên xwe bidomînin.

Sivîl: Di nav partiyên Kurdî, û bi giştî di nav partiyên serkirde de, her tim serkirdeyên partiyan biryara yekalîker didin, bêguman Dr. Qasimlo û PDKÎ jî her bi vî awayî ne, lê eva ku tu dibêjî Dr. Qasimlo bi bê pirs û hevşêvriya Mekteba Siyasî, du qonaxên danûstandinan digel Îranê encam dane, ku dawî car bi terorkirina wî bi xwe bi dawî tê, gelo ew yek vê yekê nîşan nade, ku Dr. Qasimlo serkirdeyekî tekrew bûye, û di biryarên dawiyê de jî venegeriyaye bo Mekteba Siyasî?

Bersiv: Min jêve ye ku hekî sekreter yan kesayetiyê yekem yê partiyê şaşiyek kir, nabe ew yek bê teimîm kirin, jiber ku em hemû mirov in û di karên xwe de berbirûyê şaşiyan dibin, û renge pêngavên şaş jî hilgirin, lê ew yek nahê vê wateyê ku hemû pêngavên me şaş in.

Cudahiya Dr. Qasimlo di wir de bû ku bi awayekî giştî mirovekî demokrat bû, û digel Komîteya Nawendî û Mekteba Siyasî mijarên pêwendîdar bas dikirin, lê li ber hinek sedeman ku min di pirtûkê de qala wê kiriye, Dr. Qasimlo hate erkdarkirin bona vê ku di vê gotûbêjê de beşdar be, wî niyeteke pak hebû, bi awayekî lojîkî û siyasî bîr dikir, bîr ji vê dikir ku rejîma Îslamiya Îranê ku heşt salan digel Îraqê di şer de bûye, xisareke zaf ya malî û canî lê ketiye, û niha jî dest bi gotûbêjan kirine, kêşeyên xwe çareser kirine, ku wisa bû ji niha û şûnda Îranê hewcehiya wê bi avedankirinê heye, lewra ew jî hekî bi lojîkî hizir bike, dibe bikeve gotûbêjan di gel neyarên xwe, û digel wan li hev bike, û kêşeyan nehêle. Di pirtûkê de min qala belgeyê jî kiriye, Komara Îslamiya Îranê pilaneke wisa darêtibû, û wisa nîşan dabû ku hekî Dr. Qasimlo bi xwe beşdar nebe, ew gotûbêj nikare dom hebe, Dr. Qasimlo jî jiber ku her di destpêkê de heta wê demê ku şehîd bû, hertim li ser vê baweriyê bû ku kêşeya me û Komara Îslamiya Îranê bi çekê çareser nabe, belkû dibe ku ji riya gotûbêjê ve be. Ew li ser vê baweriyê bû ku rewşek pêk hatiye ku nabe em ji dest bidin. Herçend ku renge ew rexne bê ser wî, ku te bas kir jî.

Sivîl: Ku wisa ye, cenabê te vê yekê, wekî belge ji bo tekrewbûna Dr. Qasimlo nahesibînî?

Bersiv: Ne, bi tu awayî mebesta min ew nebûye ku bêjim Dr. Qasimlo kesekî tekrew bûye.

Sivîl: Beşeke zaf ji pirtûkê bo bersivdana bi pirtûka Ebdullah Hesenzade, “Ezmûna Xebatê” hatiye danîn. Bi awayekî eşkere bêje ku hekî ezmûna xebatê nehatiba nivîsandin, te wê pirtûka “Nisko û dabiran” nivîsandiba?

Bersiv: Ne, hekî nehatiba nivîsandin, min jî pirtûka xwe nedinivîsand. Kak Celîl Gadanî di dema veqetiyanê de li ser sedemên cudabûnê nivîsand, min bersiv neda, lê ya ku Ebdullah Hesenzade nivîsandiye çewtkariya dîroka PDKÎ ye. Ku ez vê yekê wekî karekî gellek xirap dizanim. Em partiyên siyasî bedela vê ku zanyariyên rast bidin xelkê xwe, em çewtkariyan bikin. Hekî kesekî din ji hevalên me bersiv daba, renge min jî bersiv nedaba, lê bi wan sedeman min erka li ser milên xwe zanî, ku karekî bikim ku endam û alîgirên PDKÎ bi giştî yekalî dadweriyê nekin. Sibê hûn wekî rojnamevan yan lêkolînvanek hekî li pey rastiyan bigerî, bila tenê axavtina aliyekî di ber dest de tunebe, lewra min pê baş bû, ku ew zanyariyên ku ez agehdar bûm, binivîsim, û di ber destên xelkê de hebin, û wê demê xelk dadweriya xwe bike.

Sivîl: Di ciyekî pirtûkê de, bas ji vê dikî, ku piştî kongireya sêzdehemîn berî vê ku hevalên we cuda bin, pêşniyara vê yekê we kiribûn ku spasnameyekê ji bo Ebdullah Hesenzade binivîsin, lê piştre wî bi xwe şert û merc danîn. Wî got ku divêt tê de binivîsin ku wî yekrêziya PDKÎ parastiye, û rêbaza şehîdan domandiye. Lê hûn razî nebûn û we spasname nenivîsand. Gelo te jêve bû ku wî yekrêziya PDKÎ neparastiye, û rêbaza şehîdan nedomandiye, lewra razî bi vê daxwaza wî nebûyî?

Bersiv: Di pirtûkê de min îşare pê kiriye, ku di rastî de, min ji tu serkirdeyekî din nebihîstiye ku spasname jê re bê nivîsandin, û ew bêje ku dibe ez bi xwe binivîsim, piştre jî dema ku heyeta Deftera Siyasî ji cem wî vegeriyan û hatin, wê demê em bi hev re bûn, kak Hesen Restgar û kak Mistefa Mewlûdî, ku niha jî digel hevalên cudabûyî ne, û wê demê herdu jî endamên Deftera Siyasî bûn, li ser vê mijarê axivîn, kak Hesen Restigar ew qas ji şert û merca Hesenzade nerehet bû, ku daxwaz kir em dev jê berdin, eva bû ku êdî em jê geriyan.

Sivîl: Gelo niha tu Hesenzade hêjayî vê spasnameyê dibînî?

Bersiv: Berî cudabûnê hekî ew yek ser girtiba, ez amade bûm ku bi xwe jê re binivîsim, ji bo wan xizmetên ku di nav refên PDKÎ de encam dabûn, herçend ku kêşe û cudahiya bîr û boçûnan me hebû, lê ez li ser vê baweriyê me ku ne di nav PDKÎ de, belkû di her partiyeke neteweyî de serkirdeyek dibe sedemkarê veqetiyan û cudahiyan, bê tu cudahiyeke hizrî û siyasî, tenê li ber berjewendiyên girûpî, min jêve ye kesayetiyekî wisa ne tenê bo hurmetgirtinê nabe, belkû dibe bikeve ber lomeyên xelkê. Min zêdetir ji temenê ciwaniya xwe di vê partiyê de derbaz kiriye, û min kêşe û metirsiyên zaf qebûl kirine, hemû ew yek nabe bibin hêcet ku em karekî bikin ku ew partiya şeq be, me hewcehî bi yekrêziyê heye, ne cudabûnê. Ew kêşeya bû ku Hesenzade pêk anîbû, û heşt sal e, em çi dikin, wekî xwe lê nahê.

Sivîl: Di basa sedemên cudabûna hevalên we, piştî kongireya sêzdeyan de, tu bas ji sedemekê dikî, û wekî karektereke sereke, û ne eşkere tu bi nav dikî. Çima te bi eşkere negotiye, û wisa bi ne eşkere te hêlaye?

Bersiv: Di rastî de, heya niha jî bo min ne eşkere ye, û di vî warî de fakteke cihê qebûlkirinê ne di destê min de ye, û belge wisa nîşan didin ku kesek yan aliyek di vê cudabûnê de dest hebû, li gora wan belgeyên ku di pirtûkê de min bas kirin. Lê li cem min eşkere nebû, lewra min nexwast ku bêjim, ew kes, yan ew alî bûye, min hez nedikir ku tiştekî bêjim ku min guman li ser hebe. Di vê pirtûkê de min hewl daye ku her çi min dîtiye bi awayekî rast û dirust bixim ber çavên xelkê.

Sivîl: Niha ku navbera we digel hevalên cudabûyî baş e, û gotûbêj di navbera we de heye, ji bo yekgirtinê, we jêve nine ku dema bilavkirina pirtûkê demeke xirap bû, û zirarê li hewlên we ji bo yekgirtinê dide?

Bersiv: Wan hevalan ez di vî warî de rexne kirime, renge xelkên din jî min rexne bikin, min rêz bo rexneyên xelkê heye. Eva pirtûkek e, ku heq e xelk boçûna xwe li ser bêje. Min bîr jê kiriye û em gotûbêjê dikin û armanca me yekgirtin e, lê niha ku Hesenzade ew tişt di pirtûka “Ezmûna xebatê” de nivîsandine, hekî biryar be ez bersiv bidim, dibe kengî bersiv bidim?. Xwe hekî me yek girt, wê demê ez nikarim her bas jî bikim, jiber ku cardin kêşe di navbera me de wê pêk bên, renge dîsan bibe sedema dudesteyî û dudiliyê, û çêbûna nexweşiyan, ku wisa bû hewce ye ji ber yekgirtinê ez wan rastiyan raxim ber çavên xelkê, da ku xelk bi çavekî vekirî, vê yekê bibîne. Herçend ku min pêşbîniya vê yekê jî dikir ku ew pêşwazî nekin, lê min ku biryar daye binivîsim, min jêve ye ku niha baştir e ji vê ku piştî yekgirtinê ez binivîsim.

Sivîl: Di pirtûkê de bas ji vê dikî, ku Hesenzade kekê Baba Elî pêşniyar dike, ji bo sekreteriya PDKÎ, jiber ku wisa dibîne ku ew kesayetiyekî lawaz e, û her bi xwe di pişt perdeya sekreteriya rasteqîne de dibe, niha ku Xalid Ezîzî sekreterê PDK ye, te jêve ye ku di pişt perde de Hesenzade sekreter be, lewra pêngavên yekgirtinê hêdî ne?.

Bersiv: Ew qas ku ez agehdar bim, ku renge zanyariyên min jî tewaw nebin, Ebdullah Hesenzade karekterekî çalak e di nav PDK de. Lê wekî destpêkê nemaye, jiber ku hêdî hêdî beşeke zaf ji xelkê wan jî niha hest bi vê yekê kirine ku ew cudabûn pêngavek rast nebû, û xizmeta tevgera Kurd nekiriye.

Sivîl: Tu di pirtûkê de bas ji vê dikî ku di kongireya deh de tu li dijî vegeriyana hevalên rêberatiya şoreşger bûyî, bo nav hizbê, ji ber ku te bawerî pê nebû, ku wisa bû niha heman girûpê piştî vê ku veqetiyanek din di nav PDKÎ de encam dan, çi baweriyek te bi wan heye ku vegerin nav PDKÎ de, û di pêşerojê de duberekî pêk nehê? Jiber ku te nivîsandiye berî 20 salan te ew bi başî nas dikirin û te bawerî bi wan nemabû.

Bersiv: Di karê siyasî de bawerî ne gellek şert e, mirov hez dike ku baweriyê bi dest bîne, lê ew yek dibe di navbera kiryar û rabin û rûniştinê de pêk bê, lê ya ku ez û PDKÎ anîne ser vê baweriyê ku em hewl bidin bo yekgirtinê, ya yekem: Hewcehiya siyasî ya îro ya herêm û Îranê ye, ku vê yekê dixwaze partiyên Rojhilat bedela veqetiyanê pêvajoya yekgirtinê bigrin pêşiya xwe, jiber ku guherînkarî gellek bilez in, ji ber ku hekî em yekgirtî û bihêz nebin, em nikarin di guherînkariyan de xwedî rol bin. Ya duyem: Beşeke zaf ji wan hevalên ku cuda bûne gihîştine vê encamê ku karê wan şaş bûye, û renge em jî şaş bûne, zêdetir min hêvî bi vê yekê heye, ku em ji şaşiyên xwe têgihîştine, û bo berjewendiya takekesî û girûpî, nabe em PDKÎ ker (şeq) bikin, lê digel vê yekê jî cudahiya boçûnan û lêkdaneweyan wê her hebe.

Sivîl: Ew hevalên we piştî kongireya sêzde berî vê ku cuda bin, çendîn mercên giran hebûn, bona vê ku bi hev re kar bikin, û cuda nebin, wê demê li ber berjewendiyên hizbê, gellek ji wan mercan we qebûl kirine, xwe mercên niha yên PDK ji mercên wê demê siviktir in, çima pêngav ew qas hêdî têne hilgirtin?

Bersiv: Ez tenê wekî xwe daxivim, li cem me nîgeraniyek heye. Jiber ku pêştir yekgirtin hebûye, û têk çûye. Ezmûna me berbirûyê têkçûnê bûye, em dixwazin berî yekgirtinê li ser hemû kêşeyan baxivin, û hemû kêşeyan çareser bikin, û tu kêşeyeke me nemîne. Wan bi xwe jî nîgeranî hene, zêdetir ew hûrdekarî ne ku dem girtine.

Sivîl: Gelo kêşeya nav heye, ew hûrdekarî ew e?

Bersiv: Ne, pirsa nav nine. Wan di civîne du Mektebên Siyasî de qebûl kirine, ku hekî yekgirtin hebe, li jêr navê PDKÎ de, û bi vê arma me dibe. Lê di hemû gotûbêjekê de hûrdekarî çareserkirina wan zehmetir e, û demeke zêdetir dixwaze.

Sivîl: Di partiyên Kurdî de, ku her wekî me bas kir, serkirdeyên wan bi terorkirinê yan mirinê, ji serkirdayetiya wan têne dûrxistin, li Başûr piraniya xelkê bawerî bi vê aniye ku Partiya Yekgirtû yekem partiya Kurdî bûye ku emîndarê giştrî dev ji posta xwe berdaye, her bi xwe jî bas ji vê yekê dikin, lê kêm kes vê yekê dizane ku cenabê we yekemîn sekreterê partiyeke Kurdî bûyî, ku berî 20 salan bo berjewendiya partiya xwe we dev ji posta xwe berdaye, û heya sê kongire wekî cihgir yan endameke Deftera Siyasî hûn berdewam bûn, heya piştre ku wekî sekreter hatin hilbijartin?

Bersiv: Ez jî her wisa dibînim, û eşkere ye, û xelk hemû dizane. Lê şert nine, her tiştî ez bi xwe bêjim.