Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nato: Em piştevanîkirina Komara Îslamî ji terorîzmê şermezar dikin

18:51 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Di daxuyanyekê de saziya “Nato”yê, komara Îslamî bi alozkirina devera Rojava û  Rojhilata Navîn tometbar kir, û ragehand ku: Hemû piştvaniyên malî  ji terorîzmê ku yek ji wan pêştevaniya komara Îslamî li girûpên terorîstî ye şermezar dike.

Desteya hevpêymaniya Atlantîk ya Bakûr ”Nato” di daxuyaniyekê de ku roja Çarşemî rêkevta 20`ê Pûşperê belav kiriye, vê saziya navdewletî, komara Îslamî ya Îranê bi sebeba piştevanîkirina sîstematîk ji terorîzmê şermezar kir, û ragehand ku: Li hemberî ceribandinên mûşekên Îranê, û derheqê bilezbûn û hûrbûna van mûşekên Îranê nîgeran in.

Herwisa ji Tehranê daxwaz kiriye ku, bi rengekî tewaw pêbendê biryarnameya 2231`an ya Şêvra Ewlehiyê be, û dest ji kiriyarên li dijî vê biryanameyê bikêşe, ku bûye sedema nearamiyê di devedrê de.

Li gorî yek ji bendên biryarnameya 2231`an ku piştî rêkevtina navikî ya digel rejîma Îranê di Şêvra Ewlehiyê de hatibû pejrandin, Komara Îslamî hatibû wezîfedarkirin ku dest ji ceribandina mûşekên balistîk yên xwe bikêşe, ku şiyana hilgirtina kilawên navikî hene, lê di du salên derbazbûyî de komara Îslamî bi bê guhdan bi vê bendê mijûlî cerbandina neyasayî yên mûşekên balistîk yên xwe bûye, û heta mûşekên ku bi destê Îranê hatine dirustkirin ji aliyê girûpên terorîstî yên weke “Husiyên” Yemen û hindek girûpên terorîstî yên din hatine dîtin, ku li dijî welatên weke  Erebistan mifah jê hatiye wergirtin.