Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Havkarî: Desthilata siyasî di Îranê de roj li pey roj zêdetir di kîna hemû xelkê Îranê de dixendiq e

20:13 - 1 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê li warê sîyasî û li warê rewabûna dîplomasî û navneteweyî roj li pey roj ber bi kiz û lawaziyê diçe.

Roja Şemî rêketa 9`ê Xermanana 1398`an (31`ê Tebaxa 2019`an), bi mêvandariya Komela Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û bi serperestiya Sereterê giştî ê Komeleya Şoreşger, “Ebdulah Muhtedî”, civîna Navenda Havkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê hate lidarxistin.

Ew civîne bi amadebûna “Mistefa Hicrî” Lêprsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, “Umer Îlxanîzade” Sekreterê Komeleya Zehmetkêşan, “Miestefa Mewlûdî” Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan û “Ebdulah Muhtedî” Sekreterê Giştî a Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê, hate lidarxistin.

Di vê civînê de çendîn bas û mijarên girîng ên siyasî ên pêwendîdar bi deverê bigiştî û bi taybet Îran, gotûbêj li ser hate kirin û tevî alugorê bîr û raman, amadebûyan nerênên xwe bi agehdariya yektir gihandin. Aliyên amade di Navenda Havkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê tev hevbir bûn ku desthelata siyesî li Îranê bi afirandina qeyranê, roj li pey roj di nav kîn û bêzariya hemû xelkê Îranê de dixeniq e , û hemû xelk nerazîbûn û bêzarî li wê rejîmê, bi xebata komel û medenî lê hatine pêş û hemû eva ne wê rastiyê derdixin ku komara Îslamî li warê siyasî û di warê rewabûna dîplomasî û navneteweyî de, roj bi roj ber bi kizî û lawaziyê diç e.

Parek din a vê civînê çavlêkirinek bû bi ser kar û erkên Naveda Havkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, ku tevî nirxandina kar û çalakiyên vê Navendê û nerênên li ser xebata giştî û herwisa yekgirtiya xebata siyasî û giştî li navxwe û derveyê Kurdistanê, bi hewce zanin. Di devra paşerojê de, ev Navende asta çalakiyên xwe bo bersivdan bi pirsên giştî û herwisa hevahengiyeke zêdetir li navbera Hizib û xebatkarên navxwe û tevgerên cemawerî, berfireh bike û di asta navxwe û navdewletî de nûneratiya wan tevgeran bik e.

Bersivdan bi wan egerên ku pê diçe li meşa ber bi pêşvçûna bûyerên Îran û deverê, Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, rûbirû bibin, û mijarek din a civîna Sekreterên Giştî ên Partiyên Kurdistana Îranê bû. Di vê mijarê de, hemûyan nerînên xwe di vê derheqê de xistine ber bas ku çawa bikarin li egera hatina qerebalixeke nû, meşa xebatê ber bi pêş bibin û li berjwendiya tevgera rewa ya gelê Kurd li derfetan mifaheke hewce verbigrin. Bi vê meramê li ser hevdengî, yekgirtina herçend zêdetir a Partiyên beşdar li tevgera Kurd û Kurdistana Îranê misoger kiriye.

Di dawiya vê dîdarê de, çend gotar bo kar û çalakî û çawahiya rûbirû bûn digel pirsên siyasî dan, daku di paşerojê de biçine warê cîbicî kirinê.

Civîn piştî çend demjimêran gotûbêj û alugora bîr û ramanan li keş û hevayeke dustane û hevdengî dawî pê hat, û ji aliyê hey`eta mêvandarî ve hatine bi rê kirin.

Navenda Havkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê

9`ê Xermanana 1398`an

31`ê Tebaxa 2019`an