Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê: Di hemberî tawanên rejîma Îranê de bêdeng nebin

17:01 - 10 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê derheq egera bidarvekirina Hidayet Ebdullahpûr daxuyaniyek weşand.

Deqa daxuyaniyê weha ye:

Hevwelatiyên rêzdar!

Xelkê Xweragir ê kurdistanê!

Rêkxirawên berevankar ên mafê mirovan!

Di doma girtin, îşkence û îdama tekoşerên azadîxwaz ên Kurd, roja 16`ê Rezberê bi tohmeta hevkariya digel yek ji hêzên opozisyona Kurdî hukmê bidarvekirina Hidayet Ebdullahpûr girtiyê siyasî ên Kurd di girtîgeha Navendî ya Urmiyê de ji aliyê çiqa 47 ya Dîwana Bilind ya welat ve hate pejirandin.

Eva di demekê de ye ku Dîwana Bilind ya welat pêştir hukmê îdama Hidayet Ebdullahpûr ret kiribû, û bi parêzer û malbata wî ragehandibû ku navbirî bêtawan e, lê mixabin li jêr zexta Wezareta Îtila`atê û dezgehên ewlekariyê ên rejîmê de, bo cara duyem biryara bidarvekirinê jê re hate birîn.

Navbirî roja 26`ê Cozerdana 1395`an tevî şeş hevwelatiyên din ên Şinoyê û derdora wê hate girtin.

Piştî şîpela kêm mînak ya nerazîbûnan û bêzariya xelkê belengaz ji rejîmê, û herweha berfirehtirbûna xebata gelê Kurd li dijî siyaseta ferq û cudahîdanîn û binpêkirina mfên wan, rejîma Îranê rewta girtin û îdama çalakan û azadîxwazên Rojhilata kurdistanê çirtir kiriye.

Têkoşer û girtiyên siyasî ên Kurd jî tevî bêparbûna ji mafê bergirîkirina ji xwe, li jêr zext û îşkenceya dezgehên ewlekariyê ên rejîmê de naçar bi îtirafên bizorî têne kirin,  û tawanên emniyetî dixin stûyê wan, û hukmên îdamê bi ser wan de têne sepandin.

Em wekaî Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê hevdem ku roja 10`ê “Octoberê” ye, wate roja cîhaniya berbirûbûna dijî hukmê bidarvekirinê, tevî mehkûmkirina biryara nerewa ya îdama girtiyên siyasî ên Kurd Hidayet ebdullahpûr û têkoşerên azadîxwaz ên din, em daxwazê ji civatên xelkê kurdistanê dikin, ku li dijî siyaseta bidarvekirina xortên xwe de, û serkuta sîstematîk ya rejîma Komara Îslamî bisekinin, û dengê xwe yên nerazîbûnê bilind bikin.

Di heman demê de daxwazê ji rêkxirawên berevankar ên mafê mirovan, dikin ku li hemberî tawan û siyasetên dijîmirovî ên vê rejîmê bêdeng nebin, û helwestê bigrin. Em daxwazê jî dikin, ji her riyekî ve dikarin zextê bixin ser vê rejîmê bi armanca bidawîanîna îdam û serkuta xortên gelê Kurd.  

Navneda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê

17.07.1397

10.10.2018