Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, li parlemana Birîtaniyayî, civînek lidarxist

12:47 - 23 Adar 2019

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, kar û çalakiyên xwe di civekê de li parlemana Birîtaniyayî destpêkir.

Roja Sêşemî 28`ê Reşemehê, Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê li welatê Birîtaniyayî, çalakiyên xwe bi lidarxistina du civînên coda di parlemana Birîtaniyayî de destpê kir.

Ev çalakiyane bi merema zeqkirina deng û rengê Kurd di Rojhilata Navîne de bû, û yekem pêngava vê navendê, çalakkirina karên dîplomasî yên civînên derheq siyasetên xwe di Birîtaniyayî de bû.

Di vê civînê de, zêdetir li ser doza Kurd di Rojhilata Navîn û herwisa pêkhatina vê navendê û çalakiyên vê navendê di pêşrojê de axavtin hatin kirin.

Herwisa di vê civînê de, hewla aliyên Kurd ên Rojihilat û neteweyên din yên li Îranê, bi alîkarîkirina  zêdetir axavtin, û herwisa derheq mijara avakirina hebûna pêwendiyan bo azadî û wekhevî li Îranê di navbera 10 partî û aliyên siyasî  yên Îran û Kurd de jî axavtin.

Di yek ji van civînan de, ku digel “LORD MAURICE MARK GLASMAN”,  berpirsê komîteya parlemana Birîtaniyayî bo Rojhilata Kurdistan û neteweyên din yên Îran pêk hatibû, navbirî piştewaniya xwe bo gelê Kurd û neteweyên din yên li Îranê nîşan dan.