Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzî 5 Milyon tûşbûyê madên hişber li Îranê hene

12:00 - 17 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Cêgirê sitad rejîmê ya binav xebat bi dijî madên hişber ragihand: 2 Milyon û 808 Hezar kes bi avayê hertimî û 1 Milyon û 600 hezar kes bi avayê binav xweşî û car car, li Îranê de, madeyên hişber bikar tînin.

Nasir Eslanî, di civîneke endamên şêvra berengarî bi dijî madên hişber di parêzgeha Hemedanê de got: asta bêkariyê, hegera sereke a bikar anîna madên hişbere, lê di rewşekê de ku %45-50 ji Mo`itadan xwediyê karin.

Rêjîm bi piştguh havêtina pirsgirêkên kesên tûşbûyî bi madên hişber û berdewam bûna ser siyaseta çewt û terorêstiya xwe, tim cehd kiriye ku zêdetir xelk tûşî madên hişber bibe ku bikare nerazîbûnên nawxweyî bê deng bike û hest û îrada xelkê bimirîne.

Rêjîma terorîsta Îranê bi bazirganî kirina madên hişber ji aliyê kesên girêdayî bi xwe we û qurix kirina bazara madên hişber, behreyên zaf jê dibe û bi sêdaredana hinek ji tacirên madên hişber ên cida ji sistema ticareta xwe, dixwaze siyaseta çewtekara xwe dijî ticareta madê hişber nîşan bide.