Kurdistanmedia: “Hekîm Kakeweys” nivîser û wergêrekî navdarê Kurd, piştî temeneke zor xizmetkirin bi ferheng û edebiyata Kurdî bo heta-heta xatirê xwe ji cîhana edebiyatê xwast.
Roja Yekşemî rêkefta 27-ê Xezelwera 1397`an, “Hekîm Kakeweys” nivîser û wergêrê navdarê Kurd, piştî temenekê xizmetkirin bi pirtûkxane û edebiyata Kurdî li bajarê Bexda koça dawiyê kir.
“Hekîm Kakeweys” di warê wegêranê de gelek şiyan hebû û di dema temenê xwe de çend pirtûk nivisîne û çend pirtûkên din jî wergerandine ser zimanê Kurdî.
Ev nivîser û wergêrê Kurd pişkeke berçav ji berhemên nivîser û bîrmendê Kurd “Mesûd Mihemmed” ji zimanê Erebî ve wergerandine ser zimanê Kurdî.
Navbirî çendîn pirtûk jî ji zimanên Erebî û Swîdî ve wergerandine ser zimanê Kurdî.
“Hekîm Kakeweys” sala 1949`an li gundê “Hesarî Gewre” li Kerkûkê ji dayîk bûye, û qonaxa xwendinê ya amadeyî li Kerkûkê tewaw kir, û sala 1973`an beşa bîrkarî, li kolêja zanistî li zankoya Silêmanî tewaw kir, piştî tewawkirina zankoyê heya dawiya Şorişa Eylûlê Pêşmerge bû.
Li sala 1984`an li welatê Siwîdê akincî bû, sala 2000`î bi sedema nexweşiya dil xanenişîn bû, û piştî zivrîna bo warê xwe li gundê “Hesar” li Kerkûkê, jiyana xwe bi xwendin û nivisîn û wergêranê ve bi ser bir.
Navbirî xwediyê gellek berhemên dewlemend e, ku wan berheman pirtûkxaneya Kurdî dewlemend kiriye.