Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerekî meclisa rejîma Îranê derheq herifîna rejîmê rayedaran hişyar dike

11:57 - 7 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Nûnerekî meclisa rejîma Îranê, ji wan hemû xercên zêde li dervey sînorên Îranê nerazî ye, û rejîmê hişyar dike ku renge ew li kolanên Tehranê de bikevin.

Nûnerekî meclisa rejîma Îranê derheq xercê ku rejîm li dervey sînrên Îranê di çarçoveya siyaseta derve de xerc dike nerazî ye, û ragehand ku dema xelkê me hejar û destneg û birçî bin, ne hewce ye ku em wan hemû xercan li derve bikin.

Celîl Rehîmiyê Cehanabadî bi nav nûnerê Turbeta Cam, di meclisê de got: Xercê zêde nabe bimînin. Şorewiya Pêşîn jî serwet û samana welat dikire xercê rikeberiya li ser çek û teqemniyan digel Amerîkayê, lê serbarê hebûna 13 hezar kumikên etomî, û desthebûna di zêdetir ji 20 welatên derekî de, lê di nav xwe de, û li kolanên Moskoyê de herifî, û yekparçeyiya xwe ji dest da.

Wî piştre got ku herçend hebûna wan di welatên din de girîng e lê di rastî de ew yek xerceke zêde dixwaze û renge ew di kolanên Tehranê de erdê bide.  

Wî nûnerê rejîmê di meclisê de ragehand: Îro rojê xelkê me bona bidestxistina bijêwa jiyanê û tejîkirina zikê zarokên xwe kêşe hene. Hekî em nekarin ji xercên xwe ên derve kêm bikin  emê li hember de nirxeke giran bidin, û wê ewlehiya neteweyî ya me, ne ji aliyê dijminan ve, belku di nav kolanên bajaran de têk here.