Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî dêrîn ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îran li bajarê Şinoyê, çû ber dilovaniya xwe.
Roja Çarşemî 16`ê Gelawêjê, “Ebûbekir Rehmanî”, pêşmergeyê dêrîn ê PDKÎ, bi sedema nesaxiya şêrpence, li taxa Taçînaw a bajarê Şinoyê çû ber rehmetê.
“Ebûbekir Rehmanî”, birayê şehîd “Usman Rehmanî” û kurmamê şehîdê Rasanê, “Usman Rehmanî” bû.
Termê xwedêjêrazîbûyî, di nav girseya xelkê de li goristana “Feqê Şalî Sîngan”, bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji malbat, xizim û kesûkarê navbirî re dibêje û xwe hevparê xemê wan dizane.