Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêwendiyên Kurdistanî ên Partiya Demokrat, çendîn civîn û hevdîtin pêk anîn

18:43 - 11 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Pêwendiyên Kurdistanî ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi serperestiya Mihemedsalih Qadirî, çendîn civîn û hevdîtin pêk anîn.

Roja Sêşemî, 21`ê Cozerdana 1398`an(11`ê Hezîrana 2019`an), şandeke pêwendiyên Kurdistanî ê PDKÎ, bi serperestiya Mihemedsalih Qadirî, digel her yek ji Federasyonên neteweyî ên Kurd ê Soviyeta berê, bi serperestiya pirofisor “Kinyaz Îbrahîm” û Nebyof Yûrî Şamîlofîç”, serokê civaka Alîkarî bo gelê Kurd û sernivîserê rojnameya “Rêya Taze”, “Kendal Nezan”, serokê navenda Kurdî li Firansayê, “Keya Îzul”, serokê Federasyona Kurd li Swedê û komek ji kesatyetiyên siyasî û rewşenbîr, çendîn civîn û hevdîtin lidarxist.

Herwisa di van civînan de, derheq girîngî pêdan bi têkilî û alîkariyên di navbera van û digel PDKÎ û hereketa Kurd di Rojhilata Kurdistanê di vê qonaxa nû de tekezî hate kirin.

Herwisa tekezî li ser hevahengîkirina derheq bername û çalakiyên berfireh bo bilindragirtina bîranîna 30.mîn salroja tirajîdiya terorkirina “Dr. Qasimlû”, ji aliyê rejîma terorîst a Îranê ve ku hatiye encam dan, û bo vê yekê ku Kurdên derve jî bikarin li welatê Soviyeta berê û welatên Ewropay bi encamdana çalakiyan di vê derheqê de, rûyê terorîzma navdewletî ya rejîma Îslamî nîşan bidin û şermezar bikin.