Kurdistanmedia

Pêncşem 17 Çirriya pêşîn 2019
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mistefa Hicrî bi boneya cejna pîroz ya Qurbanê

20:25 - 14 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya cejna pîroz ya Qurbanê peyemek arasteya peyrewên ola Îslamê û civaka xelkê Kurdistanê kir.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Peyrewên ola pîroz a Îslamê!
Hemwelatiyên hêja!
Civaka xelkê Kurdistan!

Bi hinceta birêveçûna rêûresma îsal ya hecê û hatina cejna Qurbanê pîrozbahiyekî gerim arasteyî hamû moslmanên Cîhanê û Îranê bi giştî û Kurdistanê bi taybet dikim û hêvî dixwazim ku rojên cejnê jî bo hamû aliyekê bi şadî û xweşî derbas bibe.

Ev cejne û bonane ji her nêrînekê ve mêze bikî derfeteke bo ji hev nêzîkbûna civaka xelkê û ji navbirina toza dubendî di nav dilan de û yekheviya pitir ya xelkê ku seba seqamgîriya civakê û tebaya gelan bin.
Hêvîdarim hemû rojên jiyana ve cejn û şadî be û cejna Qurbana îsal jî pîroz be.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Mistefa Hicrî

14’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an
22’ê Rezbera 1392’an a Rojî