Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama xebatkarê binavûdeng Zahir Bedrî ( Pilingê Çiya )

18:28 - 12 Çirriya pêşîn 2019

Gelê min ê bi rumet li Kurdistan û her ciyekî li wê cîhanê silav û rêz ji webin.

Hun hemû baş dizanin ku gelê me çend sed sale bo azadiya xwe ji berxwe dide û li wê rêyê da bi sed hizaran qorbanî daye û mal, bajar û gundên me wêran bûne. Lê Gelê me hemu derd û jan, herwisa malwêraniyêk qebûl kiriye, lê çi caran amade nebûye û nabe dest li xebata bo gehîştina bi azadî û serbestiya xwe helgire.

Gelê min yê qehreman û jêhatî, dîsan wan rojan bêhna xwîn û dagîrkeriyê li welatê me Kurdistanê ( rojava) têt.

Belê gelê min, hun jî baş dizanin hemu hêz û dewlet hertim berjewendiyê xwe diparêzin û çi dema amade nebûne ku berjewendiya xwe bo gelê Kurd bêxne xeterê. Her wek dibînin welatên yekgirtiyê Amrîka dîsan pişta Kurda berda û dewlet û Artêşa Tirk digel çetên tundrev bera xwe dane Rojavayê Kurdistanê û dixwezin vê dagîr bikin û dêmogirafiya vê bi keyfa xwe biguherin. Lê nabe em derfetê bidne wan.

Ez baş dizanim ku gelê min hertim yekgirtî bûye û yekgirtinê hez dike. Ew baş dizanin ku tenê bi yekgirtinê dikarin mafê xwe bi dest bînin û biparêzin.

Lê peyama min bo hemu hêz û partiyên Kurd û Kurdistanî ewaye, êdî bese hûn jî yêkgirtî bin, gelê Kurd biparêzin.

Dema hindê hatiye ku hûn rêber û serokên Kurdan dest li berjewendiya partiya berdin û wek netewê dinê ên Cîhanê gel û axa xwe biparêzin.

Dîsan ez li hemû tak û gelê Kurd û herwisa hêz û partiyên Kurdan tika dikim pişta hev bigrin û dijî dijmin û dagîrkeran şer bikin.

Pîrozî û mirin her çava be digel hev xweşe.

Serkeftin bo gelê Kurd.

Mirin û neman bo dijmin û dagîrkerên Kurdistanê.

Zahir Badrî Mîlan