Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya rêyên parêzgeha Urmiyê ne standar in

12:01 - 8 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Tevî soz û gewlên berpirsên rejîmê, lê heya niha 5 hezar KM ji rêyên parêzgeha Urmiyê qîrkirî nînin, û piraniya wan rêyan jî, ne standar in.

Parêzgeha Urmiyê ku yek ji wan parêzgehaneye ku li warê geştyarî ve xelkeke zêde rû lê dike, lê heya niha 5 hezar KM ji rêyên wî parêzgehê qîrkirî nînin.

Her di vê derheqê de, Birêveberê rê û bajarsazî ê rejîmê, Îbrahîm Mubarekqedem, daye zanîn ku, piraniya rêyûban qîrkirî nînin, û me îsal terhek daye ku, piraniya rêyên wî parêzgehê bêne qîrkirin û çêkirin.

Axavtinê wî berpirsê di demekê de ye ku, gelek rêyûbanên deverên sînorî û geştyarî ên parêzgeha Urmiyê nehatine qîrkirin.

Herwisa wî berpirsê rejîmê gotiye ku, ji wê terhê re 120 milyar tûmen hatiye terxankirin.

Eve jî di demekê de ye ku, çendîn caran pareyek zêde bo terhên wiha hatiye terxankirin, lê bi cihê ku terxanê wan rêyan bikin, li fikra gendelîkirin û dizîkirinê de ne, û ew terhene jî, her netewav dimînin.