Kurdistanmedia: Pirtûka bi navê “Peydakirina Kurdistanê” (Finding Kurdistan), ku “Hewrê Hedadî” nivîsiye, hate çap û belavkirin.
Pirtûka “Finding Kurdistan”, li sala 2018`an li Amerîkayê hate çap û belavkirin.
Nivîserê vê pirtûkê piştî heyama çend salan hewl û mandîbûnê, ezmûn û dîtingeha xwe ya derheq Kurdistanê û bi taybet Kurdistana Rojhilat, di 212 rûpelî de, bi zimanê îngilzî bo hevwelatiyên Amerîka û hemû welatên îngilîzîziman bas kiriye.
Ev pirtûka ji du beşên cuda pêk hatiye, wekî: Kurd kê ne û di çi welatan de jiyan dikin, kultur û çand a wan çî ye? Herwisa ev welatane bi çi awayî digel wan reftarê dikin?
Beşa duyem jî, wekî ku Kurd dibêje: “Min çi dîtiye û çi nedîtiye, ya nivîserê pirtûkê ye, ku serdana hejmarek bajarên Kurdistana Rojhilat yên wekî , Bokan, Mehabad, Serdeşt û Bane kiriye, û wekî serfernameyekê bas ji rewşa Îranê û bi taybet Kurdistan kiriye, ku di çi rewşeke xirab de jiyan dikin, û herwisa nivîser îşare bi arîşeyên jinan û rewşa derbaziya jinan û nebûna edaletê kiriye ku bi ser wan de sepandine.
Herwisa di beşeke din a vê pirtûkê de nivîser bas ji ezmûnên xwe dike ku, di bajarê Bokanê de xwe û malbata wî ji aliyê îtila`atê ve bi tawana sîxorîkirin bo Amerîkayê hatibûne destbiserkirin, û dihatne azar û îşkencekirin.
Bi awayê giştî merema wî nivîserî, ji belavkirina vê pirtûkê, nasandina gelê Kurd ji xelkê Amerîkayê re ye, ku gelê Kurd ji hemû maf û azadiyekî bêpar in.
“Hewrê Hedadî”, bawerînameya masteriyê ji zanîngeha “Boston”ê wergirtiye, li sala 1995`an, li çiyayên li ser sînorên di navbera sînorê Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Başûr, ji dayîk bûye, û dê û bavê navbirî bi sedema endambûn û tevlîbûna di nav refên pêşmergeyên Partiya Demokrat de, bi neçarî li sala 1997`an, bo Amerîkayê koçber bûne.