Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka rastiyên Efrînê hate çapkirin

18:10 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Pirtûka “Rastiyên Efrîn”ê bo cara yekê hate çap û belavkirin, û di pêşangeha Qamişloyê de hate pêşandan.

Di Rojavaya Kurdistanê de ”Xelîl Mûsa”, nûciwanek 14 salî yê xelkê Efrînê, pirtûkek bi navê “Rastiyên Efrîn”ê li derheq wî bajarî dinivîse.

Ew pirtûke bas ji 3 qonaxên bajarê Efrînê dike û di yekek ji pêşangehên pirtûkan di Qamişloyê de anîne ber dîda xwendevanan.

Nivîser di wê pirtûkê de, bas qonaxên pêş şer, dema şer û piştî şer ku Tirkiye Efrînê dagîr kir, dike.

“Xelîl Mûsa” ê 14 salî, nivîserê pirtûka “Rastiyên Efrîn”ê, hizir û gotinên wî ji temenê wî mezintir in.

Navbirî di derheq wê pirtûkê de gotiye: “Di wê pirtûkê de min basa xwezaya Efrînê ber ji rûdana şer kiriye, ku min têde îşare bi dewlemendî, jiyan û dîroka Efrînê kiriye, û herwisa min basa rewşa kuştina zarokan di dema şer de kiriye ku çawa dihatin kuştin”.

Ew nivîsere, kêm tementirîn nivîserê yekîtiya nivîskarên Efrînê û pişkdarê pêşangeha pirtûka Qamişloyê ye.

Ew nivîsere, çîroka tirajêdiyên Efrînê û dorpêçkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve bas dike û dibêje: “58 rojan bi balafiran û hemû core çekan, êrîşê kirine ser Efrînê, û tu welat û kesek ji derhq wê zulmê ve nehate ziman”.

Xelîl, di pola 9 a seretayî de dixwîne û di temenê 11 saliya xwede dest bi nivîsandina helbest û çîrokan kiriye.