Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pişikdariya nûnerayetiya PDKÎ di kongireya Partiya Parêzgarên Demokrat ya Kurdistanê de

12:32 - 30 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Heyetekî Deftera Nûnerayetiya PDKÎ li bajarê Hewlêrê, pişikdarî li kongireya Partiya Parêzgarên Kurdistanê de kir.

Roja Duşemiyê rêkefta 7`ê Xezelwera 1397`an, heyeteke Ofîsa Pêwendiyên PDKÎ li bajarê Hewlêrê bi serperistiya “Muhemmedsalih Qadirî” nûnerê Hizba Demokrat li hewlêrê, li ser vexwandina fermî a Partiya Parêzgarên Demokrat a Kurdistanê, pişikdarî li merasima vekirina çaremîn kongireya vê partiyê li bajarê Hewlêrê de kir.

Di vê merasimê de heyeta pêwendiyên Hizba Demokrat, peyama pîrozbahiya PDKÎ bi serkirdayetiya Partiya Parêzgaran gehand, û ji aliyê serkirdayetiyê Partiya Parêzgaran ve bi germî pêşwazî ji wan hate kirin.

Di vê rêûresmê de heyeta nûnerayetiya gellek ji hizbên her çar beşa Kurdistanê, nûnerayetiya pêkhateyên neteweyî ên Başûra Kurdisatnê, parlemanto û kesayetiyên nîştmanperwer beşdar bûn, û şanda Hizbê di wê panêlê de çavên wê kete komek ji dost û aliyên xebatkar.