Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştrast kirina dest têda bûna Îranê li Yemenê de ji aliyê Baqiriyê terrorist ve

11:59 - 2 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Pastarê Terorîst Mihemed Husêyn Baqirî Fermandê hêzên çekdare rejîma Îranê, mudiriet kirina sere yemenê û dewerê de, ji aliyê rejîma Îranê ve piştrast kir.

Li demekê de ku tilya sûçdariyê bo aliyê Îranê tête dirêj kirin ku êrişa bo ser binkeyên Nefta Erebistanê Îrane, ne Hosiyên Yemenî, Pastar Baqirî hemî cure piştgiriya ji Hosiyan piştrast kir.

Baqirî ragihand ku hezên çekdare Îranê berpirsên fikrî û emelyatî û serbaziye Hosiyên yemenêne, û weke Mosteşar me alikariya wan kiriye û heta daviyê jî emê dom bikin.

Pastar Baqirî ragihand ku weke Mosteşar Sipaha pastaran berpirse û li ber kêlega Hosiyan rawestiyaye û heta serkevtina davî dê her bi wî avayî be.

Ev gotinên Pastar Baqirî eyan û piştrast kirna vê yekêye ku hekî rejîma Îranê raste rast hebxwe jî êriş nekiribe ser nefta Erebistanê, ewa Sipahe ku biryarderê Hosiyane û bi biryar û amadekariya pastarên mosteşar ev êriş û sedan êrişên din hatine kirin.