Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 20 çalakên Ereb yên Ehwazî hatine sêdaredan

09:24 - 13 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî bûyera li Ehwazê ku sedan çalakên siyasî û civakî û medenî yên Ereb ji aliyê hêzên Rêjîma Îranê ve hatin destbiserkirin, roja Yêkşemiyê aliyê kêm 20 kes ji wan girtiyan hatine bidarvekirin.

Li çend mehên derbasbûyî da, bi taybet êrîşa bo ser manovra hêzên rêjîmê li Ehwazê, sedan çalakên Ereb hatine destbiserkirin û yan bêserûşûn in, yan bi awayekî herî hovane kevtine bin îşkencê û tevî cezayên herî tund berbirû bûne.

Çalakvanên Ereb dibêjin ku rêjîmê ev bidarvekirina bikom a lawên Ereb bi dizî ve encam daye.

Ev bidarvekirina bikom a lawên Ereb ên Ehwazî, bi destûra serdozger bûye û tê gotin ku ev girtiyên hatinî sêdaredan, çendîn roj bû ku çi peywendiyek digel malbatên xwe çinebûn.

Ev bidarvekirina bikom a çalakvanan, hewşêweya bidarvekirina bikom a hepsiyên siyasî yên sala 1367`an e.

Tê gotin ku di nava kesên hatinî bidarvekirin de, bavek û du kurên xwe hene.

Malbatên van qurbaniyan gotine ku Îtila`ata rêjîmê du rojan berî bidarvekirina van çalakvanan, malbatên wan agehdar kirine.