Kurdistanmedia: Xebatkarên nîştimanperwer ên gel li gundên wekî, Tengîser, Del û Rivar, çalakiyên teblîxî lidar xistin.
Ciwanên bivêr yên gel, bi armanca piştevanîkirin li Rasan û xebata girêdana Çiya û Bajar, li zozanên wekî, Jonî û Hewîşûr ya girêdaiy gundên Del û Rivar li Hewramanê, postêr û tiraktên hizbê belav kirin.
Herwisa Demokratperweran, li gundê Tengîserê bi danîna cemedanî û gula sor ragihandin ku: Em li ser rêbaza şehîdên gel û hizb berdewam in, û Rasan heya gihîştin bi armancên xwe berdewam dikin.
Endam û alîgirên PDKÎ, rojane bi belavkirina trakt û postêr û hildana alaya pîroz ya Kurdistan û Logoya PDKÎ, amadehiya xwe bo xebata rewa ya gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê radigihînin.
Ev çalakiyên berfireh yên teblîxî di demekê de birêve diçin ku, Spaha Pasdarana terorîst û kirêgirtiyan, gund û bajarên Kurdistanê, bi hûrî çavdêrî dikin û îd`a dikin ku xelkê Kurdistanê, bi awayekî tewav di bin çavdêriya van de ne.