Kurdistanmedia

Înê 18 Kanûna Paşîn 2019
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rastiyên bûyera Kêleşînê (êrîşa PKK li ser PDKÎ) ji zarê fermander û birîndarên vê hêza Pêşmerge re

22:28 - 4 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Piştî êrîşa Gerîlayên PKK’ bo ser hêza pêşmergên PDKÎ li sînorê Kêleşînê de, fermander, pêşmerge û birîndarên vê hêza pêşmerge, armanca xwe ji çûna bo wir, pirsgirêk û astengiyên ser riya xwe û çawaniya êrîşa PKK li ser hêza xwe ku mixabin şehîdek û sê birîndar jê çêbûn, ji “Kurdistan Media” re eşkere kirin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ku şanaziya avakirina yekem Komara Kurdistanê û pêşîneya 70 sal tekoşînê ji bo azadî û bidestxistina mafên netewî li tûrikê xebata xwe de heye, serbarê borandina ewraz û nişîvên zaf û dana goriyên zêde di qada xebatê de, hêj li ser piyan e û ji xebatê nesekiniye. Her çend ku serê çend salan e PDK Îranê wekî hest bi berpirsatî kirin li hember berjewendî, deskevt û statoya netewî li Kurdistana Başûr de, metoda xebata çekdarî daye sekinandin û hewil daye ji riyên rêxistinî, ragihandinî, dîplomasî û carna jî hizûra fîzîkî a xwe di nava xelkê rojhilatê de, berdewamiyê bide xebata xwe.

Îsal jî ku 70 saliya avakirina PDK Îranê ye, partiyê dixwast vê bîranînê, him bi çalakiyên cur bi cur pîroz bike; him jî ji serhildana xelkê Mehabad û Kurdistanê li encama mirina biguman ya keça kurd ya Mehabadî “Ferînaz Xusrewanî” de li nav xelkê xwe de be û di şert û merca weha hestiyar de li pişt xelkê xwe be.


Her du mijarên han, rêberiya Hizba Demokrat anîn ser vê baweriyê ku di çarçoveya çend tîman de, pêşmergeyan bo sînorên Rojhilatê û hundurê welat bişîne. Mixabin pêvajoya han bê pirsgirêk û astengî nemeşiya. Ji ber ku piştî sê hefteyan ji çûna vê hêza Pêşmerge bo ser sînorê Kêleşînê, mixabin Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rê neda ku pêşmerge derbasî milê din bibin. Wan piştî rêgirî, sivikatî û dorpêçên tevalî li ser pêşmergan, mixabin di 24’ê gulana 2015an de, êrîşî ser pêşmergeyên PDKÎ kirin û pêşmergeyek “Qadir Kerîmehîd û sê yên din jî birîndar kirin.

Vê bûyerê, reaksiyon û pêlek berfireh ya hevxemiya bi PDKÎ re û herweha pirotesto û şermezar kirina PKK’ê wekî rêxweşkarê şerê birakujiyê bû, li pey xwe re anî. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hevdem li gel haydarkirina raya giştî ji vê bûyerê, derhal daxwaza diyalog û guftigoyê bi serokatiya PKK’ê re kir. Bi taybetî Sekreterê PDKÎ di peyamekê de, serbarê şermezarkirina şerê birakujiyê, daxwaza aramî û tenahiyê ji pêşmergên partiya xwe kir û da zanîn ku ‘’em ji bilî rejîma Îranê, tu kes û aliyekê bi dujminê xwe nizanin’’.

Malpera Kurdistan Mediaji bo zaniyariyên zêdetir li vê derheqê de, bi fermander û çend endamên vê hêzê re ket guftigoyê, ku emê bi we re parve bikin.


Li destpêkê de, fermanderê vê hêza Pêşmerge ‘’Kemal Xizrî (Rêbaz)’’ li ser armanca xwe ji çûna bo deverên sînorî ên Rojhilatê, weha axivî: ‘’Piştî bûyerên Mehabadê, li ser biryara rêberiya PDKÎ, me bera xwe da vê deverê daku em derbasî Rojhilatê bibin. Lê ji ber wê ku gerîlayên PKK li vê devera sînorî de bûn, em rastî pirsgirêkan kirin’’.

9509.jpg
Fermande Rêbaz: “Ya herî nexweştir ji bo min, ew bû ku piştî ragihandina agirbendê jî, li dema dermankirina birîndaran de, gerîlayan teqe ji me û birîndaran kirin û derman û alavên pizîşkî ên me jî ber guleyan ketin”.

Fermande Rêbaz da zanîn ku li rêbenda yekem a PKK’ê li “Kergewzîn”ê de, rêgirî ji me hat kirin ku vira “herêma Medya” ye û nabe kes derbasî vî sînorî bibe. Lê piştî hewl û xebatên du rojî yên buroya pêwendî û rêberiya me bi nûneratiya PKK’ê Ii Hewlêrê de, ruxset hat dayîn ku em derbas bibin.

Fermande Rêbaz eşkere kir ku, “gava em gihîştine Sinîn û Xinêre, hêzên PKK em dorpêç kirin û gotin ku biryara serokatiyê hatiye guhertin û nabe hûn derbas bibin û dibe ku hûn çekên xwe deynin”.

Fermande Rêbaz îşare bi gotina fermanderê gerîlayan li vê deverê de kir ku ji wan re gotibû: ‘’vira alanê me ye û bi xwîn hatiye standin; me bi sedan şaşik sor (Barzanî) kuştin heta ku evdera bidest xistiye’’.

Fermande Rêbaz li doma gotinên xwe de, îşare bi sivikatî û bêrêziyên fermanderê gerîlayan bi alaya sê reng ya Kurdistanê re kir ku berdewam ji wan re gotibû: ‘’Ev ala, ya Daiş û Barzanî ye’’.

Fermande Rêbaz da zanîn ku wan heqaretek mezin bi me û nirxên netewî dikirin û bi her hêcetekê be, dixwastin şer bikin. Lê me bi nermî û lojîka biratiyê bersiva wan dida ku em birayên hev in û nabe em bi vê zehniyetê ji hevdu binêrin. Lê mixabin di bersiva me de digotin: “heval! biratî miratî û xebata we me elaqedar nake, îro berjewendî dixwe”.

Fermande Rêbaz li dor vê mijarê de eşkere kir ku: Mixabin lojîk û mentalîteya wan, ya dehsala 90’an e û ji xwe zêdetir, kesek din nabînin û napejirînin jî. Yanî xuya bû ku li warê ragihandina azad û serbixwe de, ewqas sînordar in ku ji bilî pêxora teblîxatî û ragihandinî a yekalî ya PKK’ê, tu zehniyetek din nas nakin û rastiyên derdorê jî nabînin; ku mixabin eva jî rewşek trajîdîk e.

Fermande Rêbaz herweha îşare bi gotina fermanderên gerîlayan ‘’heval Enter’’ û ‘’Heval Kawe’’û “heval Xebat”kir ku ji wî re gotibûn: “Me soz daye rejîma Îranê û rêketin jî pêre wajo kiriye ku em parêzvanê sînor bin; lewma çûna we bo Rojhilatê, dê Qendîlê bixe bin givaşa Îranê”.
Wî herweha da zanîn ku di bin navê diyalogê de, ez û du hevalên xwe bo midehê du rojan ji hêzê veqetandin û dixwastin me çek bikin û bigrin, lê me berxwe da û bi her awayî be, bona pêşgirtin ji pevçûnê, ji destê wan rewiyan.

Fermanderê pêşmergan herweha got: Hevdem li gel gihîştina me bi Kêleşînê, dîsa dewra me girtin û gotin nîqaş xilas bû; yan vegera bo başûr yan jî şer. Wate xûya bû ku pilana êrîşê hatiye dariştin. Ez bi rêberiyê re ketim têkiliyê ku rewş ev e û em çi bikin? Rêberiya me di bersivê de gotin ku li ser xwe bin û nabe tu şaşîtiyekê bikin ku dilê dujminan xweş bike, û hewil bidin bi diyalogê çareser bikin û em jî Ii têkiliyan de ne.

Fermande rêbaz da zanîn ku hevdem li gel nîqaşa bi wan re ku “em bira ne û rica dikim nebin rêgir li pêşiya xebata me de”, Ji aliyê nobedarê me ku li kopika çiya de çeper girtibû û kêşik dikişand, hatim haydar kirin ku hêzek zaf ji aliyê paygeha rejîma Îranê (Rebîeya Portê) ve bi çekên giran “Doşka”ber bi me tê. Wî got: Li destpêkê de me wusa zanî ku ew pastar û caşên rejîma Îranê ne, lê gava nizîk bûn, me dît ku kincên gerîlayan li ber wan de ye û ji her alî ve em dorpêç kirin.

Fermande Rêbaz da zanîn ku me dîsan ew bi diyalogê vexwendin, lê derhal ji nawenda fermanderiya wan ve teqeya hişyarkirinê çêbû. Min dîsan bo niyetpakî û pêşgirtin ji şerê birakujî, fermande Ararat bi 4 pêşmergeyan re şande nav boseya wan bo li cem fermanderê gerîlayan, lê xuya bû ku biryara êrîşê bi wan hatiye dayîn, lewma nehiştin ku hevalên me nizîkî wan bibin. Eva bû ku ji çar aliyan ve bi Doşka, BK30, Qenas, Kelaşînkof û bombayên destî “Romane” ji me reşandin û demildest 4 hevalên me ketin, ku mixabin yek ji wan piştî demjimêrekê şehîd ket.

Fermande Rêbaz da zanîn ku: Gava me dît dê me her hemûyan şehîd bikin û teqeya wan nasekine, me hevdem li gel berevanî kirina 3- 4 demjimêrî ji xwe, rêberiya hizbê ji rewşa hatî pêş, haydar kir. Eva bû ku mediya û raya giştî pê hesiyan û neçar man ku agirbendê rabigehînin.
Fermande Rêbaz li dawiyê de got: “Ya herî nexweştir ji bo min, ew bû ku piştî ragihandina agirbendê jî, li dema dermankirina birîndaran de, gerîlayan teqe ji me û birîndaran kirin û derman û alavên pizîşkî ên me jî ber guleyan ketin”.

Yekî din ji fermanderên vê hêza Pêşmerge ku li 24’ê Gulanê de rastî êrîşa PKK’ê hatin, fermande Behmen “Ararat” bû ku li ser vê bûyerê agahî dan me. Wî got: PKK li van salên dawîn de wekî rejîma Îranê piropagandayê li dijî me di medyayên xwe de dike û dibêje:“PDKÎ û hêzên resen yên Rojhilatê nemane û kemp nişîn bûne û vîn û îradeya şoreşvaniya wan nemaye; lê di heman demê de her bi xwe jî rêgirî û pirsgirêkan di pêşiya xebat û tekoşîna me de diafirînin”.

9508.jpg
Fermande Ararat: “Rêberiya me berdewam hewla aramkirina me didan û digotin ku şerê birakujî tawan û şerm e”.

Fermande Behmen basa wê kir ku piştî bûyera Kêleşînê jî, rêberiya me, em bi sebr û aramiyê vexwendin û gotin şerê birakujî tawan û şerm e.

Fermande Behmen li beşek din ji axaftina xwe de got: “Birîna şehîdên destê birakujiyê, birînek kûr û bêderman e, lewma daxwazê ji hevalên PKK dikim ku pêdeçûnekê bi siyaseta xwe re bikin û ji vê zêdetir, dîroka xwe bi birakujiyê re nexemilînin”.

Fermande Behmen li dor piropagandayên medyayên PKK û xapandina raya giştî re ku dibêjin pilana han ya MÎT ê ye û armanc şikandina dengê HDP ye, bi bîranînek xwe, bersiva van tometan da û got: “Partiya me li dîroka xwe de nîşan daye ku tu car nebûye aleta destê dujminên kurdan û hertim berjewendiyên netewî, li serweyî yên partîtî ên xwe zaniye û di piratîk de jî nîşan daye”.

Wî li vê derheqê de, xelkê “Geliyê Diriyan” li Bakûr bi şahid girt ku li 21ê hezîrana sala 1996an de (1ê Pûşpera 1375an), tîmek ji gerîlayên PKK li gundê “Basan” li çiyayê “Duguh” de ketibûn boseya operasiyona dewleta tirk û 9 ji wan mabûn. Hêza me ya Komîta Selmasê demildest bi hawara wan re çû û mil bi milê wan gerîlayan, bersiva operasiyona dewleta tirk dan û me bi xwîn û şehîdbûna 8 pêşmergeyên PDKÎ, ew gerîla parastin. Lê mixabin PKK li cihê qedirzanîn û bicihanîna erkê biratiyê, hevalên me şehîd û birîndar dike û dibe rêgir û asteng li pêşberî xebata me li sînorên Rojhilatê de.

9511.jpg
Pêşmerge Zahid: “Hevalên me jî çend gerîla bi dîl girtin û paşan serbest berdan, lê me wkî wan piropaganda pê nekir”.

Pêşmeregeyekî din “Zahid” ku li medyayên PKK’ê de bi fermandarê Pêşmergan hatiye nasîn û piropaganda bi fîlma wî û birîndaran re tê kirin, da zanîn ku: “PKK ji niyetpakiya me sûîstifade kir”.
Zahid Xelîlzade li vê derheqê de da zanîn ku serbarê şehîd û birîndarkirina hevalên me ji aliyê PKK ve, lê dîsan wekî hestkirin bi berpirsatiyê û pêşgirtin ji birakujiya zêdetir, dîsan fermanderê me peyama aştiyê bi min re bo wan şand. Min hêvî û rica ji wan kir ku şer dubare nekin. Lê wan bi dizî ve fîlma me kişandin û bi dûr ji exlaq, bo xapandina raya giştî, piropaganda pê kirin.

Wî herweha da zanîn ku: fermanderê gerîlayan “Heval Kawe” ragihand ku: “ezê şer biteyîsînim û bersiva Qendîlê jî nedim”.

Pêşmerge Zahid ragihand ku bi navbeynkariya hin xêrxwaz û welatparêzên wir, me birîndarên xwe paşde şandin, lê PKK bi îsrar û niyeta dermankirinê, fîlma wan kişand û xwast hinekê ji barê giran yê vê kiryara kirêt ya xwe kêm bikin û raya giştî bixapînin. Piştre jî bi mercekê birîndar bo “Sîdekanê” şandin ku em cihê xwe biterikînin û paşde vekişin.

Wî li doma axaftinên xwe de da zanîn: hevalên me jî, nêzîk bi 10 gerîlayan bi dîl girtin, lê me wekî wan piropaganda nekir û serbest berdan. Ji ber ku em exlaqê şoreşgerî û resaleta welatparêziya xwe binpê nakin.

Di bûyera Kêleşînê ya êrîşa PKK’ê bo ser pêşmergan re, pêşmergeyek şehîd û sê yên din jî birîndar bûn. Yek ji van birîndaran, “Hikmet Nebîzade” ye.

9507.jpg
Pêşmerge Hikmet: “ Xwez birîna min ya destê dujmin û pastaran bûya, nekî ya destê birayên min”.

Heval Hikmet li dor dermankirina birîna xwe ji aliyê PKK’ê ve, eşkere kir ku mixabin ew karê wan, erkê biratî û armancek mirovdostane li pişt nebû, belkî piropagandayek siyasî bû.

Hikmetê birîndar bang ji PKK’ê kir ku bi siyaseta xwe re biçe û çepera şoreşê li hember dujminên kurdan de qahîm bikin, û bera çekên xwe jî rû ji wan bikin, nekî ji birayên şoreşvan û xebatkarên kurd.

Hikmet da zanîn ku ez bawer bûm ku guhertin bi ser mentalîteya PKK de hatiye û piştî ceribandina şerê birakujiyê bi birayên xwe li başûr û parçeyên din re, êdî ew destê xwe bi xwîna birayên xwe sor nakin. Lê PKK bi vî karê xwe, nîşan da ku ji bo berjewendiya xwe û şadkirina dilê dujminan, amade ye her karekê bike.

Hikmetê birîndar got: “Ez bi vî karê PKK pir tengezar û xemgîn im û min hestek gelek nexweş heye; yanî trajîdîk e ku Ii sedsala 21’an û di sala 2015’an de, partiyek ku xwe bi xebatkarê çar parçeyan dizane û hêz û enerjiyê ji çar parçeyan destîne, lê bibe parêzvanê sînoran bo rejîma herî hov li cîhanê de (Îranê) û li dijî xebatkarên parçeyên din tev bigere û şerê wan bike”.

Hikmet Ii doma axaftina xwe de bi kelogirî û kizgirîkê ve got: “Xwezî birîna min ya destê dujmin û pastarên rejîmê bûya, ne ya birayên min”. Ji ber ku birîna destê dujmin zû dicebire, lê ya destê birayan nacebire; eva dîrokek reş e ji bo PKK ku çiya û sînorên Kurdistanê bi xwîna şoreşgerên kurd bixemilîne.

Hikmetê birîndar da zanîn: “Gelo PKK’ dê çawa bersiva jin û zarokên şehîd Qadir Kerîmî bide? Gelo dê bikarin birîna dilê wan jî bikewînin?”
Hikmetê birîndarê destê PKK ’ê li dawiyê de hêvî xwast ku xwîna rijandî ya wan, bibe hêvênê yekîtî, tebayî û xurtbûna ruhê biratiyê û herweha vekirina rûpelek nû di têkilî û alîkariyên her du aliyan bi hevdu re li ser bingeha berjewendiyên netewî.