Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm di demên hestiyar de baweriyê bi besîciyên xwe nake

10:44 - 26 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê ku destengiya xelkê bi kar tîne bo berjewendiyên xwe, û wan li hember dana pere de çekdar dike, di demên hestiyar de baweriyê bi wan nake.

Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê tu baweriyek bi çekdarên xwe nîne, jiber ku li hemberî dana pere de, ciwanên welat, bi taybetî ên desteng çekdar dike, ew ciwanên ku di encama siyaseta vê rejîmê bixwe de û bizaneûn di hejarî û destengiyê de hatine ragirtin.

Di vê çarçoveyê de li Bokan û Mehabad û hinek bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê de, Spaha Pasdaran bi hêceta serjimêriyê (amargirtinê) daxwaz ji besîciyan kiriye ku çekên xwe bibin navendên pêwendîdar.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê her di vê derheqê de ragehand ku li gora zanyariyên wan, ew dixwazin wan besîciyên xwe çek bikin, ku bawerî bi wan nînin, û di demên hestiyar de renge wan çekan ne tenê bo bergiriya ji rejîmê bi kar nehînin belku renge li dijî wan jî bi kar bînin.

Roja borî jî nûçeyek gihîşte malpera “Kurdistanmedia”yê, kurêkxirawa Spaha Pasdaran ya terorîst li Sewlawa ya Merîwanê, merasimek bo caşan li Hewraman girtiye, û ji wan re axivî ye. Ew merasim ji bo  caşan li gundê “Del” de hatibû girtin, li jêr navê “Yadwarêyê Şoheda”. Ew merasim li mizgevta gund de bi rê ve çûbû, û pasdarê terorîst serheng Xefariyan berpirsê merasimê bûye, û ji caşan re axivîbû.

Destpêka demsala Payîzê ve rejîmê di beşek ji bajarên wekî Pawe, Merîwan, Bane û Serdeşt û herêmên din ên ser bi vî bajarî dest bi komkirina kevne caş û pasdaran kiriye.