Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm li çalakiyên endamê PDKÎ ditirse

13:12 - 2 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îran, li çalakiyên xelkên xebatkar ên Kurdistanê be`icîye û berpirs û mohreyên rejîmê, rastewxû û bieşkire, siloganên şoreşgerî jêbir dikin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî 9`ê Gelawêjê, berpirsê îtila`ata bajarê Seqizê, ku li çalakiyên endam û alîgirên PDKÎ, di wî bajarî de tirs ketiye nav dilê wî de, demjimêr 12`ê nîvro û bi roja rûnahî û di cihên cuda ên wî bajarî de, dest avêtiye bi jêbirkirina silogan û çalakiyên banghêjî.

Ew cihên ku berpirsê şermezar ê îtila`ata bajarê Seqizê, çalakiyên netirsên Demokrat jêbirkirine wiha ne: “Meydana mamosta Hêmin, dîvarê şîrketa neft û parka zarokan”.

Eve yekim car nîne ku destûpêwendî û mohreyên rejîmê êrîş dikine ser çalakiyên Partiya Demokrat. Û Herwisa encama wî karê, ji aliyê berpirsê yekim ê îtila`ata wî bajarî ve, bi wateya paşketî û lawaziya wî rejîmê li hember çalakiyên xelkên mafxwaz ên Kurdistanê ye.