Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê çi dilxweşiyek ji xelkê re nehêlaye

13:02 - 6 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Îran yek ji wan 10 welatên yekem ên cîhanê ye di warê xemokiyê de, û sedem jî ew e ku rejîma Îranê çi dilxweşiyek ji xelkê re nehêlaye.

Nûçegihaniya “ISNA”yê  di raporekê de li jêr navê dilxweşiyên qedexekirî di Îranê de, ew mijara şirove kiriye, ku çawa gellek ji rûdawên çandî, civakî, û siyasî di Îran de bi bêy vê ku qedexeya yasayî li ser hebe, tenê bi amadeyiya girûpên zext û givaşê, û bi selîqeya hinek aliyan di nav deshilatdariyê de, xeta qedexebûnê bi ser de tê kêşan.

Di şopandina sedem û reh û rîşeya vê rewşa metirsîdar ya civakê de gellek sedem xûya dikin. Sedemên aborî wekî hejarî û bêkarî, û arîşeyên malbatî û civakî û hebûna qedexeyan li ser geriyan û bêhnvedan û sergermiyên ku bêhna kelecan û kêfxweşiyan jê tê.

Bo mînak, derheq çûna jinan bo stadyoman, dewlet û hin feraksiyonên meclisê razî bûn bi vê yekê, lê hinek beşên îcrayî (birêveberî) dijî vê yekê helwest girtin, û heta serkomar jî nekarî çi tiştî bo çûna jinan bo nav stadyoman bike.

Fîlterkirina Telegramê û qedexeya li ser belavokan û nîşandana fîlman û pêkanîna astengiyan li ser riya kesayetiyên çandî, sedemek din ji standina dilxweşiyan ji xelkê ye.

Hemû ew astengî jî bona pêşîgirtin ji nivşa genc û ciwan e, ku dixwaze riyekê ji bo jiyana baştir û parastina çirûskên hêviyê di singê xwe de peyda bike.

Nûçegihaniya “ISNA”yê di doma vê raporê de dinivîse:

“Pêdeçûnek bi ser van qedexeyan de, nîşan dide ku li hemberî jidestçûna baweriyê û dilgermiyên beşeke civakê, tiştekî wisa nebûye para qedexekaran, û hekî ew qedexeya li ser van pirsên sade nebûya jî, tişteke ecêb nediqewimî”.

Piştre di vê raporê de bas ji qedexeya li ser leyîstina genc û lawên welat bi avê, û duçerxesiwariya jinan, û qedexeya du`aya “Rebbena”ya Şerceriyan û qedexeya muzîkê û merasima Valintaynê kiriye.

Bo mînak derheq qedexeya li ser “Rebbena” a Şeceriyan dinivîse:

“Derheqê du`aya “Rebbena” ya Şeceriyan serbarê vê ku Wezîrê Çandê nameyek ji serokê Saziya Deng û Reng re nivîsand ku dibe ew du`a di ragehandinên Îranê de belav bibe, lê nameya wî bêbersiv ma. Lê Mihemed Cewad Larîcanî ku endamê Konseya çavdêriya bi ser Saziya Deng û Reng e, nivîsand: “Jiber ku mijara berevanî ji Şeceriyan bûye behs û gengeşeyeke siyasî, lewra di dema xwendina vê du`ayê de, bala xelkê diçe ser mijareke din, û ew du`a dikeve bin bandora vê gengeşeyê de, û ew yek li dijî pirensîpên şer`î ên xwendina du`ayê ne”.

  Ew rapor bas ji roja Valintaynê jî bi vî rengî dike:

Roja Çarşemiyê 21`ê Rêbendana 1394`an bexşnameyeke Îdareya Emakin a “NACA”yê derheq merasima Valantaynê belav bû ku tê de hatibû: “Yekîtiyên pîşeyî bi tu awayî ew heq nînin ku li ser kelûpelên xwe nîşana Valintaynê danên, û nabe jî keç û kur li çi ciyan kom bin û diyariyên derheq vê rojê bidin hevdu!”.

  Ew rapor bas ji rewşa muzîkê jî di ragehandinên rejîmê de dike, û dinivîse ku: Serbarê nebûna tu bexşnamyeke fermî ji aliyê Saziya Deng û Reng ve, nîşandana saz û alavên muzîkê qedexe li ser e, û eva jî vedigere ser boçûna nelojîk a Xamineyî û hin boçûnên din ên fiqhî. 

Di Meşhedê de jî bi sala ye ku konserta muzîkê qedexe ye, û “Elem El-huda” pêşnimêjê Meşhedê ragehandiye ku konserta muzîkê “mutribbazî” (mirtiwî)ye, û nabe li nêzî herema Îmam Riza konsertên muzîkê bi rê ve herin.

 Bi vî awayî ye ku rejîm çi mecal û derfetekê nade xelkê welat ku dilxweş bin, û di encam de em dibînin ku Îran di warê asta xemokiya xelkê welat de, dikeve nav rîza 10 welatên yekem ên cîhanê di warê xemokiyê de.