Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gefan ji Ewropa dixwe

12:21 - 2 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê bona derkevtina xwe li jêr barê givaşan, gefan ji welatên Ewropayê dixwe.

Wezîrê karûbarê derve ê rejîma Îranê Mihemedcewad Zerîf, gef ji welatên Ewropayê xwar ku, eger heta roja Pêncşemiyê ji bona çareseriya bercamê karekê nekin, Emê dê pêngavên xwe yên qonaxa 3`emin bihavêjin.

Zerîf gef xwar ku dê di wê qonaxê de, ji sozên xwe yên danî bercamê paşve vekişin.

Barê giran ê givaşan bi hegera dorpêçên Amerîka bo ser rejîmê, wisa kiriye ku hewarê bo hemû rêyekê bibin.

Zerîf ragihand ku, emê heya Pêncşemiyê li benda helwêsta welatên Ewropayê bimînin, piştre emê di nameyekê de çawaniya pêngavên xwe û vekişyana xwe ji wan sozên ku me di bercamê de dabûn, ragihînin.

Daxwaza herî girîng a rejîmê ji Ewropa, alîkarî û rê dana bi Îranê ye bo firotina neftê.