Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gefan li Kurdan dixwe

10:20 - 24 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê, ji tirsa hebûna “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”,  di navxweyî welat de gefan li Kurdan dixwe.

Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, hêzên binke û navendên leşkerî yên rejîma dagîrker ya rejîma Îranê di Kurdistanê de, akinciyên gundê “Bêhengvîn”ê kom kirine, û ji xelkê vî gundî daxwaz kirine da ku, li dijî “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”  hevkariya rejîmê bikin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê jî kiriye ku, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê gefên zêde li xelkê vî gundî xwarine, û ji van daxwaz kirine da ku her demî ku pêşmerge dîtin, dibe ku ji rejîmê re bêjin hekî wisa nekin, emê li we bidin.

Her di vê pêwendiyê de jî, di heyama rojên derbazbûyî de, rejîma Îranê di bajarên weke, Urmiye, Şino, Serdeşt, Pîranşar, Merîwan û çendîn gund û bajarên din yên Kurdistanê milîtarîze kirine, û dixwaze bi hemû awayî li dijî “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” bisekine.

Çavdêrên siyasî bas ji vê dikin ku, hewlên leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê di Kurdistanê de, nîşaneya tirs û herifîna rejîmê ji xebata xelkê Kurdistanê, û çalakiyên “Hêza Pêşmergê Kurdistan” ye.