Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê girtiyekî Amerîkayî îşkence kiriye

11:22 - 10 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di girtîgehê de rehîneke Amerîkayî îşkence kiriye û gefa bidarvekirinê lê kiribûn.

Ceyson Rizayiyan rehînê pêşîn ê Amerîkayî ragehandiye ku di girtîgehên rejîma Îranê de ew di bin îşkenceyên herî tund ên derûnî de bûye û daxwaza 1 milyard Dolarî ji rejîma Îranê kiriye.

Nûçegihanê pêşîn ê “Washingtonpost”ê Ceyson Rizayiyan di yekem civîna dadgehê ya pêregihîştina bi gilînameya wî, ragehandiye ku lêpirsên girtîgehê li dewrana hepsê de bi eşkere bi wî ragehandin ku dibe tohmet û boxtana ajanbûnê (sîxorbûnê) li ser xwe bike mal.

Ceyson Rizayiyan di dadgehê de got ku lêpirsên di girtîgehê de, di bin zext û îşkenceyên herî tund ên derûnî de ez naçar kirime ku bêjim karê min ajantî bûye.

 Ceyson Rizayiyan herweha ew yek jî eşkere kiriye ku, di girtîgehên rejîma Îranê de lêpirsên girtîgehê bi vî ragehandine ku, ew wî bi kar tînin bo wergirtina deskewtan di warê siyasî de, û ewê wê demê bê azadkirin ku Amerîkayî daxwazên rejîma wan cîbicî bikin.

Ceyson Rizayiyan û malbata xwe di gilînameya xwe de, daxwaza 1 milyard Dolarî ji rejîma Îranê kirin.

 “Brian H. Hook” serokê “Action Group” ku li ser rejîma Îranê kar dike, di 39.mîn salvegera dagîrkirina balyozxaneya Amerîkayê de got: Bacwergirtin ji taybetmendiyên rejîma Îranê ye, dema ku ew pênc rehînan azad dikin, hetmen pênc kesên din jî destbiser dikin. Ew yek leyîzeke biêş e, ku rejîma Îranê digel jiyana xelkê dike.