Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gundên Kurdistanê milîtarize dike

12:41 - 18 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê, li tiersa pêşmerge û bo serekutkirina xelkê Kurdistanê, hêzeke zêde li deverên bajarê Şinoyê û derdorên wî bajarê belav kiriye.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, çend rojike, Spaha Pasdaran a terorîst hêzek ku pêkhatiye li caş û qirêjxwariyên rejîmê, di nav gundên “Hesen Nûran û li ser rêya Pirdavê û Sergîr”, seytereyên vekolînan danîne û maşînên xelkê divekolin.

Hêzên kinc şexsî ên rejîmê di nav gunên derdorê bajarê Şinoyê de dor lêdane û çavdêriya xelkê wan gundan kirine.

Pêka çavkaniya ku bi malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihandiye: Ew hêzê rejîmê bo heyama du şevan di binkeyeke kevin a rejîmê de, ku li ser gûpikekê li rojhilatê gundê “Hesen Nûrane” kemîn danî bûn.

Rejîma Îslamî a Îranê, di bone û merasimên Hizban de, bi merema tirsandina xelkê û veşartina tirsa hêzên xwe li hêzê pêşmerge, hêzeke zaf di Kurdistanê de belav dike û bi milîtarîzekirina bajarên Kurdistanê, bi hizra xwe wisa dizane ku dikare rê li bîra azadîxwaziya xelkê Kurdistanê bigre.