Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê bi armanca rûbirûbûn digel hêzên rastî û herwisa vegeşandina çewtekariyên xwe, disa parazêt xiste ser televîziyona “TISHK TV”yê.
Pêka rapora ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di heyama rojên derbazbûyî de, rejîma Îranê bo carek din moceke parazêtê xiste ser televîziyona “TISHK TV”yê.
Rejîma Îranê bi armanca pêşîgirtin ji gehandina zaniyariyên rastî ji bo xelkê mafxwazê Kurdistanê, li piraniya bajarên Kurdistanê, bitaybet bajarên Serdeşt, Rebet û Pîranşarê, parazêt xistiye ser wê televîziyonê.
Di dema destpêka weşana asayî ya wê televîziyonê, eve çendîn care ku Rejîma Îranê parazêtê dixe ser “TISHK TV” heta pêşî ji belavbûna nûçe û çalakiyên xelkê li Rojhilatê Kurdistanê bigire.