Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkxistineke mafê mirovan li dijî rejîma Îranê û cezaya îdamê daxûyaniyekî diweşîne

18:16 - 17 Îlon 2016

Kurdistanmedia: Rêkxistineke mafên Mirovan li welatê Îtaliyayê bi merema sekinandina cezaya bidarvekirinê di Îranê de, li jêr navê “Destan ji Qabîl bikişînin”, di daxûyaniyekî de daxwaza xistineberbas ya mijara cezaya bidarvekirinê ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê di Civata Mafê Mirov ya Jinêv ê de kir.

Rêkxistina navbirî ku tekezê liser nehêlana cezaya bidarvekirinê di cîhanê de dike, di daxûyaniya xwe de daxwazê ji Wezîrê Karê Derve yê Berîtaniyayê kir ku, mijara bidarvekirinê di cîvîna civata Mafê Mirovan ya Jiniv ê de bixe ber bas.

Daxûyanî serdana Cewad Larîcanî yê ser bi Elî Xamineyî bona pasawdana îşkence û bidarvekirinên di Îranê de jî, rexne dike.

Daxûyanî herweha eşkere dike ku, di sala 2015’an de li Îranê bi aliyê kêm ve 970 kes hatine bidarvekirin û hevdem ev ceza bi ser nûcivanan de jî hatiye cîbicîkirin, û eva ji dijatiya Konwnsyonên navnetewî dike.

Encûmena navbirî daxwazê ji Wezîrê karê Derve yê Îtaliyayê dike ku zêxt û gîwaşa ser rejîma Tehranê zêde bikin, jiber ku roij bi roj rewşa xelkê Îranê ber bi xirabiyê ve diçe û mifahwergirtina rejîmê ji bidarvekirinên bikom ên girtiyan, îstandardên despêkî ên mafên navnetewî binpê dike.