Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa aboriya Kurdistanê û werşikestbûna bankên rejîmê berdewam in

12:36 - 29 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Di heyam çend mehên borî de, komek ji navendên dewletî bi sedema kirîzên aborî, rastî zirar û daxistinê hatine, her di vê pêwendiyê de jî, li çend rojên borî de, pareke din ji bankên rejîmê yên li bajarê Seqizê bi sedema sekinîna bazarê, yan daxistîne yan jî bi awayê nîvedaxistî kar dikin.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê,  raportek derheq vê rewşê de belav kiriye ku: “Bankên rejîmê yên li bajarê Seqizê rojbiroj zêdetir nêzîkî werşikestê dibin, ku di heyama mehên derbazbûyî de, banka “Tecaret” a bajarê Seqizê duyemîn taya  xwe ya di vî bajarî de daxist, û di heyama du mehên borî de jî taya Beharistan ya li  çarrêya banka “Tecaret”ê bi sedema zirara malî  bi tewahî daxist, herwisa tayên din yên banka Tecaret yên li bajarê Seqizê di asteke gellek  nizim de karê xwe berdewam dikin, û  wisa tê xuyakirin ku di pêşerojeke nêzîk de pirsigirêkên mezin wê di banka Tecaret a biqewimin.

Li gorî gotina nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, di heyama çend rojên borî de zelal bûye ku banka “Milet” a bajarê Seqizê jî li ser navê muşteriyên vê bankê ve wam daye,  bi bê vê ku muşterî agehdarê vê tiştê bin”, li gorî zanyariyên ku ketine destê malpera “Kurdistanmedia”yê, li ser navê zêdeyî 100 kesî ji muşteriyên banka “Milet a bajarê Seqizê, wam hatiye nivîsandin, heya parek ji van muşteriyan gotine ku  di sîstema bilez (şitab) ya bankê de li ser navê kesên ku bedhesab in û para qerdariya wamên wan yên berê paş ve mane jî, navên wan hatine tomarkirin, hewceyî gotinê ye ku berpirsê banka “Milet” sedema  vê dizî û gendeliyê, hekkirina sîstema bankî ragehandine û soz daye da ku di heyam çend rojên bê de, kêşên wiha çareser bikin.