Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa jin û zarokan di girtîgeha Weramînê de nebaş e

18:34 - 23 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Rewşa giştî a girtiyên girtîgeha Weramînê nebaş e, û zarokên hepsiyên ku di vê girtîgehê de ne, bi dîtina mêran ditirsin.

 “Zohrê Esedpûr” Çalakvana Mafê Jinan ku di girtîgeha Qerçek a Weramîn ê de hepsî ye, di raporekê de derheqê rewşa dijwar a jiyana jinan di girtîgeha Qerçek a Weramînê de, ku ji bo derveyî girtîgehê hatiye şandin, û di malperên nûçegihanî û torên civakî de jî bi awayekê berfireh belav bûye, gotiye ku: Fêkî û pincar di bernameya rojane ya girtîgehê de nine, û ava vexwarinê jî ber dest nine,û ava şor û tall jî ji bo şuştina kincan baş nine, û ji hevza biçûk  ya ava vexwarinê dikarî ji bo şuştina didanan mifahê jê werbigirî, ew jî hekî derfet hebe, û zarokên girtiyan bi vexwarina vê  avê, serûdilên wan têk diçin. 

Herwisa navbirî di vê raporê de derheqê rewşa nabaş a derûnî ya ku li ser zarokan hakim e, ragehandiye ku ev jî ji ber mana dayîkên xwe di giritîgehê de neçar in di girtîgehê de jiyan bikin, û herwisa eva jî zêde kiriye ku, zarokên wan girtiyan bi dîtina kesên ku weke nûçegihan serdana vî cihî dikin ditirsin.

“Zohrê Esedpûr”,  çalakvana mafê Jinan e, û yek ji wan kesan e ku di meha Adara Îsal de, di doma civînên  Roja Cîhanî a Jinan de, di pêşberî avahiya Wezareta Kar ya bajarê Tehranê hatibû binçavkirin, û ji wan jinan e ku niha di girtîgeha Qerçek a Weramînê de ye.

Girtîgeha Qerçek a Weramînê taybete bi xwedîkirina girtiyên jin e ku cezayên wan giştî ne, û li rojhilata bajarê Tehranê hilketiye, û zarokên biçûk yên wan girtiyan neçar in heyanî tewawbûna hayama hepsa dayîkên xwe di girtîgehê de bimînin û piraniya wan jî her di wan girtîgehan de û di rewşên nebaş û dijwar de ji dayêk dibin.

Girtiyên vê girtîgehê rojane 8 demjmêran ji bo karxaneyên piştevan ku li jêr çavdêriya Dezgeha Dadweriya rejîmê de ne kar dikin, û heqdestê wan jî tenê ji %38-%54 ji heqdestê kedkarên Îranê tê hesabkirin.