Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa jiyana xelkê Nenele xirabe

11:36 - 11 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Rewşa jiyana welatiyên Kurd ên bajarê Nenele bi qasî jênehatî ye ku heya li hewcehiyên destpêkî ên jiyanê jî bê parin.

Xelkê devera Nenele a girêdayî bajarê Sine di rewşa herî xirab de jiyana xwe derbaz dikin, herçen ku ev der wekî herêmeke bajarvaniyê tê hesabkirin lê, welatiyên wê herêmê heya ji hewcehiyên destpêkî ên jiyanê jî bêparin, û rewşa han di demekê deye ku, hin berpirsên rejîmê ên wir îdi`a dikin ku wan hemû îmkanatên hewce ên jiyanê ji xelkên wê heremê re dabîn kirine.

Nenele wekî Herêmeke bajarvaniyê li 5 kîlometriya parêzgeha Sine hilketiye û xwediyê 14 hezar nifûsiye, lê, welatiyên wê herêmê bi qasî desteng û hejarin ku, hin deman îmkanatên wekî, kultûrî, perwerdekirin, spor û herwisa hewcehiyên destpêkî ên jiyanê ji wan re dibin hêvî.

Siyasetên şaş û cudahî danîn ên rejîma Îslamî a Îranê, derheq rewşa jiyan û pêragihîştin, afirandina derfetên şoxil û rewşa jênehatîbûna bajar de bi qasî ye ku, rojane Kurdên wî bajarî digel pirsgirêkên wekî bêhna pîs a kirs û paşmavên malan, pîsiya ajelan, rewşa xirab a kolanên bajêr, nebûna îmkanatên perwerde û hînkirinê û herwisa nebûna xwendgehên pasnavendî, nebûna îmkanatên spor û çandî, betalbûna dermanxaneyên bajêr û nebûna pizîşkan rûbirû dibin.

Berprisên rejîmê wekî berê bi bi rê ve birina siyasetên şaş û serkutkarê yên xwe derheq herêmên Kurdistanê de, bi dana soz û qewlên vala û xapandana xelkê herêmên Kurdistanê, hewil dane hemû bûdceya wan bajaran bêserşûn bikin, û xelkê wan deveran jî, bi sebeba nebûna derfetên kar û destengiyê neçar dibin, rû li karên metirsîdar wekî kolberiyê bikin û her di wê rêyê de jî, rastî gullereşandina rasterast a hêzên serkotkar ên rejîmê dibin.