Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiye ji niha pêde bê rizamendiya Amerîka nikare Firokan bifroşe Îranê

11:49 - 13 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Berpirsekî Şirketa Firokevaniya Îranê ragehand ku Rûsiye wê ji niha pêda bi îzn û rizamendiya Amerîkayê, firokên (SOXO) bifroşe Îranê.

Meqsûd Esediyê Samanî, sekretêrê civaka Şirketên Firokevaniya Îranê ragehand ku Amerîka û Rûsiye rêk kevtin ku firotina firokan ji aliyê Rûsiyê ve bi Îranê, li jêr kontirol û zêrevaniya (OFAC) Îdara Kontirola Daraî ya Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê de be, û îzna vê Îdara Amerîkayê li ser hebe.

Meqsûd Samanî herwiha da xuyakirin ku 15% ji emraz û qetên firoka “Soxo” ya Rusî dibe ji Amerîka bêne kirîn , li ber evê ku qetên vê firokê li Amerîka têne çêkirin, lewma dibe ku Amerîka agehdarê vê kirînê be, û bi taybet ku niha Îran kevtiye ber dorpêçên Amerîkayê, dibe ku Amerîkayê haya wê ji kirîna van firokan hebe.

Rûsiye û Îran heyamekê berî niha li ser mo`amila 20 firokên “super cêt” yên  Soxo rêk kevtibûn.

Firokên hêla esmanî ya Îranê rizî bûne û piraniya wan firokan jî dibe qetên nojenkirina wan ji Amerîkayê ve bête Îranê. Dorpêçên li ser Îranê mezintirîn pirsgirêk bo hêla firokevaniya Îranê re aniye pêş.