Kurdistanmedia: Şandeke Pêwendiyên PDKÎ digel ENKS`ê civiya.
Roja Çarşemiyê 18`ê Rêbendana 1396`an şandeke Pêwendiyên PDKÎ bi serperestiya Mihemedsalih Qadirî berpirsê Deftera Nûneratiya PDKÎ li bajarê Hewlêrê serdana ENKS`ê kir, û ji aliyê şandeke ENKS`ê ve bi serperestiya Ced`an Elî berpirsê dewreyî ê nûneratiya ENKS`ê di Herêma Kurdistanê de pêşwazî ji wan hate kirin.
Di vê hevdîtinê de nûnerê PDKÎ bi awrîdanek li hereketên nerazîbûnê yên navxwe ên Îranê, û perîşaniya rejîma Komara Îslamî ya Îranê li ser çareseriya kirîzên navxweyî û derekî, ronahî xiste ser pêkanîna Navenda Alîkariya Hêzên Kurdistana Îranê û xebata hevbeş ya wan li dijî vê rejîmê, wekî hewcehiyekê bona bersivdana bi pêşhatên siyasî ên pêşerojê di Rojhilata Kurdistanê û Îranê, û bi taybetî amadekariyên PDK bona lidarxistina kongireya 16.emîn ya PDKÎ.
Heyeta ENKS`ê bas ji rewşa niha ya Rojava bi giştî û bi taybetî Efrînê kir, û dawî hewlên dîplomasî ên xwe di vê derheqê de bo çareseriya kêşeyên Rojava û ragirtina şerê Efrînê xiste ber bas.
Di adwiyê de, herdu aliyan li ser berdewamiya pêwendî û hevkariyên di navbera xwe de pêdagirî kirin.