Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ û şanda Hizba Sosyal Demokrat a Swîdê bi hev re hevdîtinek pêk anîn

17:26 - 31 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Komeke mijarên pêwendîdar bi tevgera Kurd li Rojhilata Kurdistanê û siyaseta komkujiya sîstematîk a Kurdan ji aliyê rejîma Îranê ve, digel şanda Hizba Sosyal Demokrat a Swîdê gotûbêj li ser hat kirin.

Roja Sêşemiyê 8`ê Xezelwera 1397`an a Rojî, şandeke PDKÎ bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî cihgirê duyem ê Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ di hevdîtinekê de digel Heyeta Hizba Sosyal Demokrat a Swîdê pêkhatî ji “Evîn Înco” cihgira berpirsê pêwendiyên navdewletî, “Samî Mayşîl” berdevka Wezareta Enerjiyê bo hevahengiya siyasî û “Sana Îlyason” berpirsa pirojeyên Rojhlilata Navîn û başûra Amerîkayê li dezgeha Olaf Palme, ku bo hinek hevdîtinan digel çend hizbên Kurdistanî hatibûne Herêma Kurdistanê, ronahî xistin ser komeke mijarên pêwendîdar bi tevgera Kurd li Rojhilata Kurdistanê, û siyaseta komkujiya sîstematîk a Kurdan ji aliyê rejîma Îranê ve.

Di vê hevdîtinê de Mihemednezîf Qadirî pêdagirî kir li ser vê ku, derheq vê rewşa nebaş de ku rejîma Îranê bo Kurdan pêk aniye, û berdewam dirêjî daye kiryarên terorîstî di navxwe û li derve bona jinavbirina cudahizran û dijberan, pêwîst e ku Sosyal Demokratên Ewropayê, û ew hêz û aliyên ku bawerî bi demokrasî û mafê mirovan, û aramiyê hene, piştevaniyê ji xebata cemawerî û medenî ya xelkê Rojhilata Kurdistanê bikin, bona gihîştina bi mafên neteweyî û kerameta mirovî.

Her di vê derheqê de, cihgirê duyem ê Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ komeke dekoment û zanyariyên hewce derheq binpêkariyên dijîmirovî ên rejîma Komara Îslamî ya Îranê radestî şanda Partiya Sosyal Demokrat kirin.