Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî Hizba Demokrat seredana nûneratiya partiya Demokrat a Pêşvero ya kurd kir

13:15 - 26 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Şandekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, seredana nûneratiya Partiya Pêşvero ya Kurd a Sûriyê li bajarê Silşmaniyê kir û pirsên têkildarî kurdan gengeşe  û nirxandin.

Şandekî PDKÎ bi serokatiya Mihemednezîf Qadirî, endamş Desteya Kargêrî roja înê, 4ê xermanana 1397 a rojî seredana nûneratiya partiya Yekîtiya Demokrat a Pêşvero ya kurd li bajarş Silêmaniyê kir û ji aliyê “Elî Şemdîn” endamê Mekteba Siyasî û nûnerê wê partiyê li Herêma Kurdistanê hat pêşwazî kirin.

Di wê serdanê de her du aliyan bas li ser pirsa kurd di hemû beşên Kurdistanê û bi taybet Rojava û Rojhilatê kirin û guhertinên deverê nîqaş û nirxandin.

Li daviyê de her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan kirin.