Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya “AFC” derheq pirsgirêkên federasiyona topa pê ya Îranê de, bertek nîşan da

12:30 - 14 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Saziya “AFC” bi sedema destêwerdanên nerasterast yên berpirs û navendên din yên  Îranê, di karûbarên federasiyona topa pê de, gefa bêçarenivîskirina federasyona topa pê ya Îranê xwar.

Saziya “AFC” di nameyekê de, destêwerdan û veguhastinên berpirsên payebilind yên ku ji aliyê navendên din yên rejîma Îranê yên  federasiyona topa pê de tên encamdan,  neyasyî da zanîn û gef jê xwar, konfederasiyona topa pê ya Rojhilata Navîn, di nameyekê de, gefa bêçarenivîskirina federasiyona topa pê ya Îranê xwar û ragehandin destêwerdanên rejîma Îranê û navendên  girêdayî, bi her awayî bin gef jê xwar, wekî yasaya qedexkirina karkirina xanenişînan.

Malpera fermî ya “AFC” di vê derheqê de wiha nivîsiye:

Konfederasiyona topa pê  ya Rojhilata Navîn pêdagîrî jî kiriye ku: Ferderasiyona topa pê, saziyeke nedewletî ye û “AFC” jî li ser vê baweriyê ye ku, tewahiya welatên endam dibe bi bê destêverdanên şexsê sêyem yên ji aliyê dewlet yan jî parlemanê ve tên îlankirin neyasyî û ev dibe,  tenê erk û wezîfeya xwe cîbicî bikin, vê saziyê pêwendiyeke nizîk digel federasiyona Îranê heye, û heyeta birêveberiya  wê jî, di Nîsana  sala 2016`an de,  bo pêşîgirtin ji destêverdanên derve hate hilbijartin, û “AFC”   jî bi tu awayî destêwerdanên navendên din yên Îranê di karûbarên vê saziyê de erê nake, û heriwsa gotiye em hêvîdar in ku federasiyona Îranê ku kêmtir ji du mehan heya rikeberiya “Cama neteweyan” mohlet heye, hekî   bikare serbixwebûna xwe heya vê demî biparêze, wê pêşî ji bê çarenivîsmana nişkêve ya xwe bigire. 

Konfederasyona  topa pê ya Rojhilata Navîn, bi veşandina nivîseke wiha, devberdana nişkêve ya ji ferderasiyona topa  pê ya Îranê bi awayê fermî ragehand, ku her cure destêwerdanên navendên din yên Komara Îslamî, di karê wê federasiyonê, ku li dervey biryarên civata wê federasiyonê bin, neyasayî ye û  wê zirarên giran wekî bêçarenivîsiya  lîstika topa pê ya Îranê li pey xwe hebe.