Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Yekîtiya Fedayiyên Xelkê Îranê topbarana sînorên Kurdistanê şermezar dike

18:39 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistamedia: Saziya Yekîtiya Fedayiyên Xelkê Îranê di daxuyaniyekê de tevî şermezarkirina topbarana sînorên Kurdistanê, dilgiraniya xwe ji ber şehîdbûna du pêşmergên Kurdistanê û hevxemîbûna xwe ji PDKÎ re nîşan da.

 Deqa daxuyaniya wan wiha ye:

 Li gorî raporên belavbûyî yên ji aliyê PDKÎ û Navenda Hewkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê ve, deverên “Hacî Umran” û beşek ji deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê” roja Sêşemî 27`ê Pûşpera 1397`an rastî êrîşên tund yên topxaneyên artêşa rejîma  komara Îslamî hatine, û mixabin di van êrîşan de du pêşmergên PDKÎ jiyana xwe ji dest dane.

Herwisa hatiye gotin ku rejîma Îslamî ya Îranê di van êrîşan de, ji gulleyên “Fosforî” mifah wergirtiye, û li gorî peymannameyên navneteweyî, bikaranîna van cure çekdan qedexe ye, û tevî  vê yekê jî zirareke qerebû nekirî li sirûştê dide.

Bêguman rewşa aloz ya navxweyî ya Îran û vêdedana zêdetir ya rejîma Îranê di civînên navdewletî de, ew sebebin ku berpirsên rejîmê neçar dike, da ku  bi van cure cinayet û destdirêjiyane, şikestên xwe veşêre, bi bê haydarbûn ji vê ku hewlên wiha ne tenê nabin sedema şeqbûna  îradeya komelên xelkê  ji bo xebatkirina li dijî zilm û zordariyên rejîma Îslamî, belku zêdetir ji berê bîr û dîtingeha giştî ya cîranên Îran û  civaka navneteweyî derheqê nasnameya rejîma Îranê hişyartir dike, û rejîmê tûşî herifîna zêdetir dike.

Em tevî şermezarkirina tund a vê topbaranê, sersaxiyê dibêjine malbat û kesûkarên wan du pêşmergê hizbê û hemû endam û pêşmergên PDKÎ, û xwe hevparê vê xema van dizanin.

 Herwisa Yekbûna xwe digel xelkê bêberevankar yên van deveran û Herêma Kurdistanê radigehînin, ji hemû navendên navneteweyî daxwaz dikin, ku li hemberî vê karesatê û destdirêjiyan, bêdeng nebin û dengê nerazîbûnên xwe bilindtir û zelaltir bikin.