Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serekîtirîn erka “Mik Pompeo” sekinandina rejîma Îranê ye

17:55 - 20 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Serekîtirîn erka Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê, rûbirûbûn û pûçkirina her cure gef û metirsiyan e, ku ji aliyê rejîma Îranê ve ji bo civaka cîhanê pêk tên.

Tenê 23 roj li ser diyarîkirina “Pompeo” weke 70.mîn Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê re derbaz dibe, û navbirî di vê heyama kurt de hemû hewla xwe daye, da ku riyeke baş ji bo çavaniya rûbirûbûna digel gefên rejîma Îslamî a Îranê peyda bike.

Herwiha navbirî bi vê armancê jî, serdana Brussels, Erebistan û Îsra`îlê kiriye, û digel rayedar û  berpirsên wan welatan, derheqê gef û aloziyên rejîma Îslamî a Îranê,bi rengekê têrûtijî axivtiye.

“Pompeo” di serdana xwe ya bo Erebistanê ragehandiye ku: “Ewlehî û aramiya Erebistanê ji bo me gellek girîng e, û emê bi hemû awayî alîkariyê bikin, ji bo rûbirûbûna digel gefên rejîma Îranê, ku sebeba serekî ya hemû arîşe û natebahiyan di Rojhilata Navîn de ye, û herwisa alîkarî û piştevaniya terorîstan dike”.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê di Îsra`îlê de jî gotiye ku: “Em bi giştî nigeranê zêdebûna wan gefan in, ku ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve, li welatê Îsra`îlê tên xwarin, û rejîma Îranê jî dixwaze ku dest li ser hemû Rojhilata Navîne de bigire”.

Amerêkayê bi berdewamî ragehandiye ku: Lihevkirinnameya Bercamê tenê şiyaye ku beşeke biçûk ji metirsiyên rejîma Îranê, ji bo mînka metirisya destpêragihîştina vê rejîmê bi çeka navikî heta astekê çareser bike, lê ji bo çareserkirina çalakiyên mûşekî û destêvedanên têkderane yên vê rejîmê di devera Rojhilata Navîn û piştevanîkirina ji terorîstan, hewce ye da ku lihevkirinnameyeke hemû alî digel rejîma Îranê pêk bê.

12 rojan berî niha “Dunald Trump” ji lihevkirinnameya Bercamê vekişiya, û biryar wiha ye ku roja Duşemî 31`ê Banemera 1397`an, “Mik Pompeo” siyasetên nû yên welatê xwe derheqê rejîma Îranê de zelal bike.