Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildan û nerizayetiya xelkê, çendîn parêzgehên Îraqê girtin

11:52 - 2 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Xwenîşandana hêminaneye xelkê Bexdayê rastî tepeserî û desrêjiya gulên raste raste hêzê Heşda Şe`ebî a girêdayî bi rejîma Îranê hat.

 Pêka zaniyarî û wêne û video yên ku li medya û torên ciwakî de hatine weşandin, xelkê Îraqê û bi taybetî li Bexda yê li henber gendelî û nebûna xizmetguzariyan û nifuza Îranê di nava Îraqê de, derkevtne ser kolanan û dest kirine duruşman.

Di pevçun û êrişa bo ser xwenîşanderan, heta naha sedan kes hatine kuştin û birîndar kirin.

Hevdem di gel xelkê Bexdayê,xwenîşandanan li Parêzgeh û bajarên dinêye Îraqê de dest pêkir, weke Nasiriye, Necef, Babil, Dîwaniye û zaf cihên dine.

Xelkê wêzar bûyî ji dest têwerdanêt Îranê di nava Îraqê de, duruşm bi dijî rejîma Îranê didan û daxwaza wan eve ku Îran dest ji tedexula nava Îraqê bikêşe û xelkê Îraqêjî weke xelkê belengaze Îranê roj reş neke.

Pêka zaniyariyên ku hatine belav kirin, piştî berfireh bûna xwenîşandanan, Qasim Silêmanî yê terrorist şeva borî xwe gihandiye Îraqê da ku bikare mudîriyeta tepeseriya nerizayetiya xelkê bike, vê êkê jî çend qat zêdetir xelkê Îraqê êşandiye.

Xelkê Îraqê li ser wê baverêne ku bi sedema tedaxulên rejîma Îranê di nava Îraqê deye ku Îraq rastî gendelî û malwêranî û nebûna xizmetguzariyê hatiye, lewma duruşmên serekeye xelkê Îraqê bi dijî rejîma Îranê ne û wê rêjîmê sebebkarê malvêraniya xwe dizanin.