Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildan û xwenîşandana xelkê Lubnanê

11:17 - 19 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Xelkê Welatê Lubnanê bi dijî deshilata wî Welatî xwenîşandan bi rêxistin û car bo carê hejmara xelkê tevlî xwenîşandanê dibin, zêdetir dibe.

Xelkê Lubnanê bi hegera gendeliya deshilatdaran rijiyane ser kolanan û duruşma sernixuniya Hikumet û Serkomar didin.

Xwenîşandan û nerizayetî hindî dice berfirehtir dibe û hêzên Hikumetî bi meqseda tepeserî û berahîk girtina ji xwenîşanderan, xelê didne ber desrêjiya gulan û bi hemi avayekê rubiruyê wan dibin.

Xelkê wêzar bûyîye Lubnanê li Bajarê Beyrûta Paytext de, dest bi ser çendîn Îdarên Hikumetî de girtin û Agir berdane Saxtmanê Meclisa Şêvra Dewleta Lubnanê.

Pêka nuçeyan heta niha dehan kes ji xwenîşanderan ji aliyê hêzên hikumetê we hatine kuştin û birîndarkirin.

Xelkê Lubnanê daxwazkarê sernixuniya Hikumeta wî welatîne ku çend Wezîr û piraniya berpirsên Dewletî, û Nunerên Meclisê li dest Girupa Hizbullahê dane ku girûpeke girêdayî bi rejîma Îranê ye.

Sedema serhildana xelkê Lubnanê, nerizayetî li henber gendeliya deshilatdarên ser bi Hizbullahêye, û dibêjin heta Hikumetê sernixûn nekin desta ji xwenîşandanê naînin.

Rejîma Îranê jî nîgeraniya xwe li derbarê rewşa Lubnanê daye xuyakirin.

Gumana hindê heye ku Sipaha terorîste pasdaran herwekî tepeseriya xwenîşandana xelkê Îraqê, xelkê serhildayî yê Lubnanê jî tepeser bike.