Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

SINA a Amerîkayê terhê tehrîman pejirand

15:46 - 8 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: SINA a Amerîkayê îzin da serkomarê vî welatî ku tehrîmên nû bi ser rejîma Tehranê de bisepîne.

Li gora raporan yasaya tehrîmên nû li dijî rejîma Tehranê bi 92 dengên belê di hemberî 7 dengên Na di SINA a Amerîkayê de hate pejirandin.

Li ser bingeha vê yasayê, serkomarê Amerîkayê dikare kesên ku di pirograma mûşekên balistîk ên rejîma Tehranê de dest hene, û her kesê ku bi wan re dikeve nava danûstandinan, bixe nava rîzbenda tehrîman de.

Ew yasa herwisa Spaha Pasdaran dixe nava rîzbenda tehrîmên terorîstî, û tehrîmên çekûçolan bi ser Spaha Pasdaran de disepîne.

Dengwergirtina bona pejirandina vê yasayê li ser bingeha bernameyeke ji pêş de darêtî û berevajiyê hewla hinek ji senatoran bona derengxistina dengdanê rû da.

Hêjayî basê ye ku di dawî rojên sala 2016an de bû ku Gelaleya nûkirina cezayên ser rejîma Îslamî û terorîstperwer a Îranê, bi 99 dengên “Erê” û bê dengên “Ne” yên Meclisa Sinaya Amerîkayê hate pejirandin.