Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şîrîn Îbadî piştevanî ji Êzidiyên kir

21:41 - 14 Adar 2018

Kurdistanmedia: Di Kongireya mafên pêkhateyan de ku di welatê Swîsê de hatibû lidarxistin, çalakvana mafê mirovan “Şîrîn Îbadî” piştevanî ji Êzidiyên Kurdistanê kir.

Li gora raporên belavbûyî, “Şîrîn Îbadî” çalakvana mafê mirovan di kongireya mafên pêkhateyan de, bas ji vê kir, û got ku bi sebeba berdewambûna zilm û neheqiya ku derheqê Kurdên Êzidî de hatiye encamdan, ez piştevaniya tewaw ji wan dikim.

Îbadî bas ji vê jî kir û got: Min ji endameke desteya jînosayd a navdewletî ku bixwe Êzidî ye, daxwaz kiriye, da ku li ser rewşa jiyana Êzidiyan ku bixwe di kempa penaberan de ye raporekê berhev bike, ji ber vê ku min zanyariyên tewaw derheqê Êzidiyan de hebe, û piştgiriyê ji wan bikim.

Di sala 2014`an de, çekdarên DAÎŞ`ê dest bi ser herêma Şengal û gundewarên derdorê de girtin, û çendîn karên nemirovî, tawankarî û komkujiyê li dijî Kurdên Êzidî encam dan, û dehan jin û keçên Êzidî revandin, û destdirêjî kirin se wan.

Hêzeke pêşmergên Kurdistanê heyanî niha çendîn gorên bikom yên kurdên Êzidî ku ji aliyê girûpa terorîstî a DAÎŞ`ê ve hatine kuştin peyda kirine, û herwisa saziya NY jî derheq bi vê bûyera komkujiya Kurdên Êzidî hişdarî daye.

Şîrîn Îbadî, çalakvana mafê mirovan a xelkê bajarê Hemdana Îranê ye ku, yekemîn hemwelatiya Îranê ye ku şiya ye di sala 2003`an de, xelata aştiyê a “Nobêl”ê bi dest bixe.