Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran hejmara hêzên xwe yên hatinî êxsîrkirin nizane

11:42 - 23 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî derbazbûna çend rojan bi ser êxsîrkirina 14 besîc û pasdarên terorîst yên rejîmê, ji aliyê saziya “Ceyş El-edl” a Beloçan, rejîma Îslamî niha jî hejmara endamên xwe yên hatinî êxsîrkirin nizane.

Roja Duşemî 23`ê Reziberê, saziya “Ceyş El-edl” ya beloçan,li sînorê Lolkdan a girêdayî Mîricavê aser bi parêzgeha Sîstan û Beloçistanê, êrîşî ser binkeya leşkerî ya Spaha Pasdaran a terorîst kirin û di vê êrîşa serkevtiyane de 14 besîc û pasdarên di vê binkeyê de êxisîr kirin û ev bo cihekî nediya veguhastine.

Her di vê pêwendiyê, Spaha Pasdaran di daxuyaniya ku di malpera fermî ya xwe ya  bi navê “Spaha News” de belavkiriye gotiye ku,di vê êrîşê de 14 endamên Spaha Pasdaran yên di vê binkeya leşkerî de hatine êxsîrkirin, lê piştî derbazbûna çend rojan bi ser vê daxuyaniyê de, Farmanderê  Giştî yê Hêza Bejahî ya Spaha terorîst di gotûbêje dike malpera “Tensîm” girêdayî rejîmê hejamra kesên hatinî êxsîrkirin 12 kes ragehandiye, û  eva vê rastiyê derdixîne ku Spaha Pasdaran a terorîst niha jî hejmara besîc û pasdarên xwe hatinî êxsîrkirin ji aliyê saziya “Ceyş El-edl” de nizane û her carê hejmarekê radigehîne.

Biryargeha Qods ya Hêza Bejahî  ya Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî, bêhêzbûna xwe, li hemberî vê êrîşa serkevitiyane a  Saziya “Ceyş El-edl” ê de dixawze bi mijarên mesebî girê bide, û wiha dibêje, ev êrîşa ji ber pêşî girtin ji çûna welatiyên Pakistanê yên Şî`e meseb bo Kerbelayê hatiye encam dan, û dixwaze bi axavtinên wiha xelkê Şî`e meseb li dijî Sonî meseban tûj bike û hem jî bêhêzbûna xwe div ê derheqê de veşêre.