Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Texmîna xisara lehiya Selmas ê

12:11 - 5 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Bi hegera rabûna lehiya roja Şemiyê li bajarê Selmas û gundên ser bi wî bajarî de, gelek xisar gihandiye xelkê.

Roja Şemî bi sedema barîna baraneke bigur li nawçên selmasê, xisareke mezin giha avahiyan, rez, rêke û terş yên xelkê wê deverê.

Pêka berhevdanan, texmîn hatiye lêdan ku wê lehiyê 45 milyard riyal xisar di pey xwe de bi cih hêla ye.  

Hate eşkere kirin ku 350 hiktar erdê werzêrî, sedan hiktar rez û bax, bi yekcarî hasla wan ji nav çûye.

Herwiha dehan avahiyên xelkê li 9 gundan de herifîne.

Pitir ji 800 pezê, 13 çêl, pitir ji 10 gavmêşên xelkê telifîne.

Xelkê wan gund û deverên xisar dîtî, rejîmê û berpirsên wê, sebebkarê serekeye wê xisarê dizanin.

Parek ji xelkê, nerizîbûnên xwe di nameyekê de bo nûnerê Selmasê li meclisa rejîmê de şandine. Xelkê gundên xisar dîtî di wê nameyê de nivîsîne ku, li her cihekê bûyerek diqewime dest bi cih Spaha Pasdaran a terorîst, xwe digehîne wir, û dest dikine bi wêne kêşan û fîlm hilgirtinê da ku wisa bidne xuyakirin ewa Spah hewara xelkê de diçe, d i halekê de, em baş dizanin sebebkarê sereke ya malvêraniya xelkê Spaha Pasdaran a terorîsre û em dizanin ku bo alîkariyê nayên. Belkû bo piropagende û kontrola rewşê tên.

Xelkê nerazî û xisar dîtî dibêjin: Ma dem û dezgehên hikûmetê nema ne? ma dewlet nemaye? Ma hewarhatin erkê dezgehên hikûmetê ye? yan cihê bûyeran ji aliyê Spahê ve rengê meydana şer bide?