Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Turkish Air” jî êdî tu barekê bo Tehranê venaguheze

16:05 - 14 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Kompaniya esmanî ya “Turkish Air” xizmetkirinên xwe yên  derheq veguhastina baran bo Tehranê  sekinand.

Ev kompaniya, roja 22`ê Xezelwera 1397`an(13`ê Çiriya Paşîn) bi awayê fermî ragehandin ku, êdî  ev tu barî bo Tehranê venaguheze.

Malpera “Ken News” ku nûçeyên pêwendî digel Pîşeya esmanî, û hevageryanê hene rûmal dike, ji zimanê  berpirsê kompaniya “Turkish Air”  nivîsiye ku: “Li roja Sêşemî 22`ê Xezelwerê (13`ê Çiriya Paşîn) tu barek vernegirtiye, û her eva jî bûye sedema sergêjiyê, hem bo me, hem jî bo mosaferên Îranê.

Di heyama meha borî de, “British Airways”, “KLM” û “Air France”  jî,  hatinçûna balafirên xwe  bo Îranê da sekinandin, û herwisa kompaniyayên “Emirates airline” jî,  di destpêka  Çiriya Pêşîn de, hatinçûna  balafirên xwe  yên li “Dubai”, bo bajarê Meşhed a Îranê, daye sekinandin.

Sedemên serekî yên qutkirina  pêwendiyên digel Îranê, yên ji aliyê kompanyayên  esmanî, ji ber dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê ne, û rejîma Îranê ji hêlên esmanî  bo  veguhastina çekûteqemeniyan bo deverên  din yên wekî, Îraq û Sûriyayê mifahê jê werdigire, û bi wî rengî bûye çavkaniya alozî û têkdana deverê.