Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vekişiyana bank û kompaniyayan ji Îranê dom heye

20:47 - 20 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Bankeke Almaniyayê û kompaniyayeke Lehistanê bazirganiyên xwe yên digel Îranê sekinandin.

Piştî vekişiyana Amerîkayê û dubarebûna dorpêçan, bank û kompaniyên ku di Îranê de karê bazirganî dikirin, mijûlî sekinandina pirojeyên xwe di Îranê de ne, û di vekişiyana herî nû de, banka “D. Z” a Almaniyayê û kompaniya “P.J NiG” a welatê Lehistanê, çalakiyên xwe yên digel Îranê de sekinandin.

Li gora rapora nûçegihaniya  “Routers”ê, banka “D. Z” a Almaniyayê ku nivîsîngeha Navendî a wê di bajarê Frankfortê de ye, ragehandiye ku, ev hemû cure guherînkariyên malî yên xwe yên digel rejîma Îranê wê bisekinîne, û herwiha kompaniya “P.J NiG” a Lehsitanê jî ku digel Îranê pirojeyên gazê hene, ragehandiye bi sebeba metirsiyên dorpêçên Amerîkayê, wan pirojeyên xwe yên di Îranê de sirr kirine.

Di çend rojên derbazbûyî de, kompaniya polasazî a Îtaliya û gemîvaniya Danimarkê jî bazirganiyên xwe yên digel Îranê sekinadin, û bi awayê giştî di dema vekişiyana Amerîkayê ji lihevkirinnameya Bercamê, kompaniya “Ir BAS”, “Totall” a Firansayê, kompaniya Petrolê ya “Ênî” ya Îtaliyayê, “Sirîka Înirjî” a Birîtaniyayê, “Buyîng” a Amerîkayê,Tirombîlsaziya “Sîtroên” a Firansayê, “Zîmêns” a Almaniyayê û çendîn kompaniyayên din, piroje û bazêrganiyên xwe yên digel rejîma Îranê sekinadine.

Eva di demekê de ye, ku rayedarên rejîma Îranê ragehandine ku, ew bazirganiyên xwe yên digel welatên Ewropî de didomînin, û Ewropî jî li hemberî lihevkirinnameya Bercamê de vê pêbend bin, û bank û kompaniyayên Ewropî jî wê pirojeyên xwe yên di Îranê de bidomînin.